Tenduristiya derûnî ya civakên serdemê; Depresyon

Ku derûniya ne baş demeke dirêj neyê dermankirin, dikare bibe sedema gelek nexweşiyên wek dil, şekir, masûlkeyên hestî, çerm û hwd… Ji bo wê her civak hewl dide ku vê pirsgirêkê li gorî derfetên xwe ji kokê çareser bike

1 deqe xwendin
Tenduristiya derûnî ya civakên serdemê; Depresyon

Tenduristî ne tenê nebûna nexweşî yan jî seqetiyê ye, ew rewşa başbûna laşî, derûnî û civakî ya bêkêmasî ye jî. Ew pêvajoyek dînamîk e û rasterast awayê/kalîteya jiyanê diyar dike. Pênaseya gerdûnî ya tenduristiyê bi sê pêkhateyên bingehîn ên wek tenduristiya fîzîkî, derûnî û civakî tê kirin: Tendurustiya fîzîkî di laşê mirov de nebûna nexweşî û seqetiyan e; tenduristiya derûnî tê wateya bidestxistina hevsengiya hestyarî û avakirina berxwedanê li hember zehmetî û stresa jiyanê; tendurustiya civakî jî şiyana kesekî ku têkiliyên hevseng bi hawirdora xwe re ava bike, bi awayekî çalak beşdarî jiyana civakî bibe û ji hêla aborî û civakî ve ewle hîs bike. 

Tenduristiya mirovekî/ê hem tenduristiya wî/wê bi xwe, ya malbata wî/wê û hem jî ya tevahiya civakê ye. Li seranserê dîroka mirovahiyê, li şîfayê lêgerîn hatine kirin, hin bi rêbazên xwezayî, hin jî bi derman û amûrên bijîşkî yên ku bi pêşketinên teknolojîk hatine bipêşxistin. Her çend nexweşiyên demên borî gelek caran bûne sedema wendahiyên girseyî û komî jî, lêgerînên wan ên dermankirinê her gav berdewam kirine.

 Îro roj, bi saya pêşketinên teknolojî û bijîşkî, gelek nexweşiyên giran ên girseyî, ku wekî "pandemî" têne binavkirin û nexweşiyên takekesî dikarin werin dermankirin, ger di wextê xwe de midaxele were kirin. Lê pirsgirêka tenduristiyê ya herî girîng ku divê civak bala xwe bidê û paşguh neke, tenduristiya derûnî ye. Ev nexweşiya ku ji bo hemû civakan bûye pirsgirêkek bingehîn, heke di wextê de neyê dermankirin, dibe sedema encamên pir giran. Parastina tenduristiya derûnî mifteya jiyaneke rehet û bextewar e. Mirov tenê dikare vê rewşa hişî ya saxlem bi dûrketina ji bûyerên ku dikarin zirarê bidinê, biparêze. Stres, nezelalî, tenêtî, bixwebaweriya kêm, nebûna hezkirinê ji dê û bavan û malbatê, bêwefayiya hevjîn û hezkiriyan, bûyerên hawirdorê û zextên civakî yên jiyana nûjen bandorên girîng û nebaş li ser derûniya mirovan dikin. Derûniya baş piştgiriya şiyana kesan dike ku bikaribin bi ser stresa rojane ve biçin, biryarên saxlem bidin û têkiliyên têrker ava bikin. Berevajî vê, tenduristiya derunî ya nebaş a ku sedemên wê wek perwerde, aborî, qedexeya maf û azadî û hemû cureyên tundiya li nav civakê tê qebûlkirin, bandoreke neyînî li ser van hemû waran dike. Ku derûniya nebaş demeke dirêj neyê dermankirin, dikare bibe sedema gelek nexweşiyên wek dil, şekir, masûlkeyên hestî, çerm û hwd… Ji bo wê her civak hewl dide ku vê pirsgirêkê li gorî derfetên xwe ji kokê çareser bike. Lê, bi qasî sedemên li jor, faktorên biyolojîk ên wekî meyla genetîk, kîmyaya mêjî û nehevsengiya hormonal jî hene ku di vê nexweşiyê de rolên girîng dilîzin. Ev sedem dikarin şiyana mirov ji bo çareserkirina pirsgirêkên tenduristiya derûnî sînordar bikin û pêvajoya dermankirinê bi paş bixin. 

Nexweşiyên derûniyê gelek caran ji hêla civakê ve bi hêsanî nayên nasîn û qebûlkirin, ev yek jî dibe sedema derengketina dermankirinê. Di salên dawî de, em li dora xwe rastî gelek kesan tên ku dibêjin tenduristiya wan a derûnî xirab bûye û ew di depresyonê de ne. Depresyon pirsgirêka tenduristiya derûnî ya herî gelemperî ye ku di kesên di bin şert û mercên jiyana dijwar ên îroyîn de têdikoşin de xwe dide der. Heke neyê dermankirin, dikare bi mehan an jî bi salan bidome.

Hemû mirov dikarin di jiyana xwe de dem bi dem hestên wekî xemgînî û bêbextiyê biceribînin. Ger nîşanên nexweşiyê piştî demek kurt derbas bibin, nayê gotin ku ew pirsgirêkek tenduristiya derûnî ye. Lêbelê, tevliheviyên giyanî yên ku hefteyek an du hefteyan dom dikin û car caran dirêj û dubare dibin, divê cidî werin dîtin û alîkariya profesyonelî ya bijîşkî bê xwestin. Ev nexweşî dikare di jiyana hemû kesan de her gav rû bide, lê herî zêde ew di navbera temenê 24 û 40 salî de herî berbelav e. Ji ber vê yekê, divê her kes ji bo pêşîlêgirtina vê nexweşiyê baldar be.

 Li cîhanê ji nav nexweşiyên derûniyê yên herî berbelav depresyon e. Hin lêkolînan nîşan daye ku rêjeya wê li Tirkiyeyê di asteke bilind de ye û di navbera ji sedî 15-30 de ye. Ev yek jî tê wateya ku rewşa derûniya civakê ne baş e. Her wiha di salên dawî de nexweşên beşa derûniyê ya li nexweşxaneyan jî gelekî zêde bûye. Hejmara jinan ji zilaman pirtir e û piştî wan jî ciwan tên. Jin bi her awayî rastî bûyerên ku wan nexweş dixin tên û ji ber zextên di nav civak û malbatê de jî nikarin bên dermankirin. Li gorî pisporan, di 10-15 salên dawî de li Tirkiyeyê hem rêjeya nexweşiyên derûnî û hem jî bikaranîna dermanên li dijî depresyonê zêde bûye. 

Ji aliyê din ve bêkarî, zehmetiyên aborî û qedexeyên li ser jiyana wan, ciwan jî di bin bandora vê nexweşiyê de ne. Ev sedem wan ji têkiliyên civakî dûr dixin, mehkûmê malê û înternetê dikin. Kesên nexweş, bi taybetî jî ciwan, piştî demekê alikariya bijîşkî wernegirin, dibe ku zirarê bidin xwe, malbatên xwe û tevahiya civakê. Divê her kes têbigihîje ku tenduristiya derûnî nîşanek û beşek yekgirtî ya tenduristiya giştî ye. Her guherînek fîzyolojîk di laşê mirov de bandorê li ser mêjî û hiş dike; û her guherînek di mêjî û hiş de jî bandorê li ser fîzyolojiya mirov dike. Ji bo wê hişyariyek civakî pêwîst e.

Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê, li seranserê cîhanê nêzîkî milyarek mirov pirsgirêkên tenduristiya derûnî dijîn. Lêkolînên ku hatine kirin zêdebûna  vê nexweşiyê bi şer û pevçûnên ku li gelek welatên cîhanê rû didin û bi şert û mercên jiyana nûjen a ku bi her aliyî ve mirovan dikişîne nav zehmetiyan ve girêdidin. Mixabin, encamên vê nûjeniyê ji bo mirovahiyê xetereyên pir giran çêdikin û dibin karesata wê ya herî mezin. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, di her kêliyê de 100 milyon kes li xwekuştinê difikirin, û ji sedî 10-15 hewl didin ku xwe bikujin. 

Bi kurtasî, ev nexweşiyeke giran e ku nîşanên wê yên taybet ên wek xemgînî, bêhêvîbûn, hestên tenêtî û bêewlehiyê, dûrketina civakî, nebûna ragihandinê û vekişîna ji jîngehê hene. Dîsa wendakirina eleqeya ji gelek tiştan re, nekarîna wergirtina kêfa ji tiştekî, nebûna motîvasyonê, bêaramî û fikar, an jî acizbûn, hestên bêqîmetî an jî sûcdariyê, bêxewî an jî xewa zêde, wendakirina îştahê an jî zêdexwarin, kêmbûna enerjiyê, westandin,  bêbiryarî, zehmetiya balkişandin, ramanên mirin an xwekuştinê, an jî hewldanên wê jî nîşanên giştî ne. Ger ji van yek an jî çendên din hebin, metirsiya xwekuştinê zêde ye û  divê malbat û derûdor tavilê bi baldarî hevkariya nexweş û bijîşk pêk bînin.