Guherîna Xwezayê û Şewatên li Rojava
Xeteriyek pir mezin jî ewe ku dema ax zûha bibe rê li ber agiran veke. Em dibînin ku ne tenê li Ewropa herwiha li Rojava ji niha de li gelek cîhan agir derketiye. Bi dehan, bi sedan zevî û erdên çandiniyê têk dibe. Li vir berpirsyarek pir mezin dikeve ser Rêveberiya Xweser ya Rojava. Dibê tedbîrên xwe bigre û nehêle tiştên wisa biqewime.

Min di paşerojê de pir caran li ser xwezayê, xeteriya xwezayê û talankirina xwezayê ji aliyê destilatdariyê nivîs nivîsandin. Dema em bahsa xwezayê dikin, ti carî ji hev qut mirov nikare binirxîne. Xweza ya cîhanê li Kurdistanê jî dareke û li Amerîka Başûr jî dareke. Darên ku li Kurdistanê tê jêkirin û xwezaya tê talankirin, dikare bandorek neyînî haylo li Antartîka jî bike. Ji ber xweza ya hemû cîhanê yeke û mirov dikare wek zindiyekê binirxîne. Ew zindî ye û dayike. Ew dayika hemû mirov, ajal, lawir, dar û gulan e.
Em dema bala didin Ewropa yê dibînin ku li welatên wek Fransa, Almanya, Îtalya û Îspanya pêla germa yê 40 dereceyan derbas dike. Ev hîna di meha hezîranê de pêk tê. Hemû pispor dibêjin, ku germayek wisa ji guherîna xweza û klîma yê tê. Bi dehan sal e Ewropa ewqas germahî nedîtiye. Îcar bifikirin, ku ev havîna herî hênik be li gora havînên pêşiya me. Ango hemû havînên pêşiya me, ewê ji vê havîna germtir bin. Xeteriyên pir mezin derdikevin holê – wek mirina bi hezaran kesan, bi taybet mirovên temen mezin. Herwiha av ewê kêm bibe. Li gelek bajarên Ewropa avdana bexçeyan qedexe kirine. Dagirtina hewzê avjeniyê yê li bexçê malan qedexe kirine û hwd. Li aliyê din germa zêde dikare sîstemên binesaziyê û herwiha hatin û çûyînê jî têk bibe û rê li ber karesatên pir mezin veke. Beriya 5-10 salan li Ewropa – bi taybet li bakûrê Ewropa pir kêm aletên hênikkirinê (makîneyên klîma) dihatin bikaranîn. Lê em îro bala xwe didinê ku êdî li her cîhên kar û li gelek malan ev makîneyên klîma henin.
Li aliyê din dema em bala xwe didin herema deryaya spî û Rojhilata Navîn, em dibînin ku li wan deran jî bi taybetî rê li ber zûhabûnek mezin vedike. Dema ax zûha be, berhemên çandiniyê ewê kêm be. Berhemên çandiniyê kêm be, ewê rê li ber bihabûna xwarinê veke, xwarin biha bibe, ewê xizanî zêde bibe. Xizanî zêde bibe, ewê rê li ber koçberiyê veke û bi milyonan mirov ewê dîsa bibin koçber. Ji aliyê din ve ewê pevçûnên li ser avê derkeve, ewê şer zêde bibe.
Xeteriyek pir mezin jî ewe ku dema ax zûha bibe rê li ber agiran veke. Em dibînin ku ne tenê li Ewropa herwiha li Rojava ji niha de li gelek cîhan agir derketiye. Bi dehan, bi sedan zevî û erdên çandiniyê têk dibe. Li vir berpirsyarek pir mezin dikeve ser Rêveberiya Xweser ya Rojava. Dibê tedbîrên xwe bigre û nehêle tiştên wisa biqewime.
Dema hewa ewqas germ be, dikare ava ser rûyê cîhanê û şilahiyê zû bike keldûman û bibe ezmanan bike ewr. Dema di demek ewqas kurt de ewr xwe bigihîne hev, dibe sedem ku baranên pir tund bibare û rê li ber lehiyan veke. Ev jî dikare xanî û rêyan hilweşîne, mal û milkên mirovan winda bike û herwiha xeteriyek mezin li ser jiyana mirova pêk bîne.
Em dibînin ku xweza dayika me hemûyan e. Dema em dayika xwe neparêzin, ewê jiyanê li ser me qut bike û emê jî gel wê têk biçin. Ev xeteriyek pir mezine û ewê ji şeran zêdetir jiyana mirova têxe xeteriyê.
Di dawî de dixwazim bêjim ku guherîna xwezayê û klîma yê ne pirsek pêşerojê ye. Pirsgrêk û pirsa roja me ya îro ye. Erd û zeviyên Rojava dişewite, li welatên Ewrûpa mirov ji germê difetise û ev guherandin ewê rê li ber koçberiya bi milyonan mirovan bike – ne tenê li Kurdistanê, herwiha li hemû deverên cîhanê. Ku em îro bahsa xeteriya xwezayê nekin, emê sibê li ser karesat û felaketên xwezayê biaxivin.


