Otokrasî yan demokrasi

Dema gel bixwe bibe xwedî biryar li ser bajar û jiyana xwe, otokrasî nikare şîn bibe. Jehrkuja otokrasiye parvekirina desthilatdariyê û xurtkirina rêveberiyên herêmî ye.

1 deqe xwendin
Otokrasî yan demokrasi

Ev tespîta ku dibêje "Tirkiye îro li ber biryardaneke dîrokî ye, an otokrasî an demokrasî", ne tenê şîroveyeke polîtîk a rojane ye. Ew pênaseya qeyrana herî kûr a pergala sedsalî ya welat e. Tirkiye îro gihîştiye xaleke ku êdî ne pergala heyî ya navendparêz û otorîter dikare bi vî rengî berdewam bike, ne jî daxwazên civakê yên ji bo azadiyê dikarin werin paşguhkirin. Ev dabeşbûn û xala biryardanê, şerekî dualî yê di navbera du eniyên sereke de ye.

Ji bo em vê babetê bi hûrî, kûrî û dorfirehî binirxînin, divê em li ser dînamîkên her du rêyan û encamên wan rawestin. 

Rêya yekem; mayîndebûna otokrasiyê û metirsiyên wê 

Otokrasî li Tirkiyeyê îro ne tenê biryardana kesekî ye. Ji bo parastina desthilata heyî ew veguherîna sîstematîk a hemû saziyên dewletê, hiqûq, dadgerî û aboriyê ye. Ev enî hewl dide ku bi hinek rêbazan pergala xwe mayînde bike.

Di bin sîwana otokrasiyê de, dadgeh û qanûn ne ji bo parastina mafên welatiyan, wekî şûrekî li ser serê mixalefetê tê bikaranîn. Tayînkirina qeyûman li ser îradeya gel, girtina siyasetmedar, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan amûrên sereke yên vê rêyê ne.

Otokrasî çavkaniyên aborî yên welat tenê di xizmeta çend pargîdanî û grûbên nêzîkî desthilatdariyê de bi kar tîne. Ev yek dibe sedema qeyraneke kûr a aborî, bêkarî û xizaniyeke ku tevahiya civakê dikişîne bin bandora xwe. Avakirina pergala aboriya rant û xizaniya civakê yek ji amûrên vê rêyê ye.   

Ji bo ku otokrasî qeyranên xwe yên navxweyî biveşêre, her tim hewcedarê zimanê şer, dijminatî û tirsê ye. Ew her gav daxwazên rewa yên gelê kurd û beşên din ên civakê wekî "pirsgirêka ewlehiyê" pênase dike da ku eniya mixalif parçe bike. Bi kurtasî, yek ji amûrên vê rêyê  jî kûrkirina polîtîkayên şer û neteweperestiya kor e.

Bêguman encama vê rêyê dê ji bo civakê gelek giran be. Heke Tirkiye bi temamî ber bi otokrasiyeke girtî ve biçe, ew ê bibe welatekî ji qada navneteweyî qutbûyî, aboriya wê hilweşiyayî, şerê navxweyî û tenêtî lê kûr bûyî. Ev rê, ji bo ti gel û pêkhateyî aştî û aramiyê nayne. 

Rêya duyem; avakirina demokrasiya radîkal û piralî 

Li hemberî vê tarîtiyê, eniya demokrasiyê heye ku her roj li kolanan, li parlamentoyê, li zindanan û li nav civaka sîvîl li ber xwe dide. Lê belê, demokrasiya ku li vir tê xwestin, ne tenê çûna ser sindoqan a her ji çend salan carekê ye; ew demokrasiya radîkal û rasteqîn e.

Di bingeha vê rêyê de avakirina destûreke wisa heye ku hemû nasname, ziman, ol û bawerî (kurd, tirk, elewî, sunî, jin, karker û hwd.) tê de wekî hev bên qebûlkirin. Li şûna nasnameyeke etnîkî ya ferzkirî, bingeha "Hevwelatiya Demokratîk" esas tê girtin. Ji ber vê yekê pêdivî bi peymana civakî û destûreke nû heye. 

Bêyî çareserkirina pirsa kurdî li ser bingeha diyalog, edalet û naskirina mafên ziman û çandê, ti carê demokrasî li Tirkiyeyê bi cih nabe. Eniya demokrasiyê fêm dike ku mifteya azadiya Stenbolê, di azadî û daxwaza edaletê ya Amed û Wanê de veşartî ye. Çareseriya demokratîk a pirsa kurd bi vê rêbazê pêkan e. 

Demokrasî bi lawazkirina navendparêziya hişk a Enqereyê û bihêzkirina şaredarî û meclisên herêmî pêkan e. Dema gel bixwe bibe xwedî biryar li ser bajar û jiyana xwe, otokrasî nikare şîn bibe. Jehrkuja otokrasiyê parvekirina desthilatdariyê û xurtkirina rêveberiyên herêmî ye. 

Hevkêşeya çarenûsî û serkefitina eniyan 

Tirkiye niha di wê radeyê de ye ku her du enî jî gihîştine lîmîtên xwe. Desthilatdariya otokratîk êdî nikare bi zextan civakê bêdeng bike. Civak jî di nav vê qeyrana aborî û hiqûqî de nikare bêhna xwe bide û bistîne.

Bêguman li vir ya diyarker berxwedana civakî ye. Ew ê hêza birêxistinkirî ya civakê çarenûsa Tirkiyeyê diyar bike. Heke hêzên pêşverû, çepgir, jin, ciwan, karkerên li rojavayê Tirkiyeyê û Tevgera Azadiyê ya Kurdî bikaribin Tifaqa Demokratîk a herî berfireh ava bikin, ti şansê xwe yê serkeftinê eniya otokrasiyê namîne. Divê neyê jibîrkirin ku, çavkaniya herî mezin a otokrasiyê ne hêza wê ye, parçe-parçebûna civak û mixalefetê ye.

Bi kurtasî, Tirkiye li ber deryayekê ye ku şepolên wê pir xurt in. Hilbijartina di navbera otokrasî û demokrasiyê de, ji bo pêşeroja gelan hilbijartina di navbera mirin û jiyanê de ye. Avakirina "Komara Demokratîk" ku tê de ti kes ji ber ziman, nasname, bawerî an ramana xwe nayê çewisandin, yekane rêya derketina ji vê qeyrana sedsalî ye. Ev biryar ne tenê di destê siyasetmedaran, di destê têkoşîna hevpar a hemû welatiyan de ye ku daxwaza rûmeta mirovî dikin.