Tirkiye mafê Hêviyê red dike
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê cezayê heta heta wekî îşkence qebûl kir û ji Tirkiye xwest Mafê Hêviyê qebûl bike. Lê li şûna ku Tirkiye Mafê Hêviyê qebûl bike û girtiyên ku cezayên wan qetiyaye serbest berde, dijberî vê yekê berdana wan 3-4 caran taloq dike û wan dubare dubare ceza dike. Heta niha bi dehan girtiyên siyasî ku 30 salin girtî ne li ruxmê cezayê wan qediya ne jî, bi taloqkirinê wan dubare ceza dike. Ev pratîka li dijî girtiyan nîşan dide ku Tirkiye Mafê Hêviyê red dike.

Di 2014an de DMMEyê, ji Tirkiyeyê xwest ku ji bo bikaranîna “Mafê hêviyê”, di qanûnên xwe de sererastkirinan bike. DMMEyê, ji bo Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan jî heman biryar da. Lêbelê tevî bi ser biryarê re 12 sal derbas bûne jî heta niha Tirkiyeyê têkildarî biryara “binpêkirinê” tu gav neavêtiye. Hem ji bo kesên navborî û hem jî ji bo girtiyên siyasî ku 30 salin girtî ne Mafê Hêviyê qebûl nekiriye. Piştî 10 salan di îlona 2024an de Konseya Ewropa salek wext da Tirkiye ku biryara DMME yê ya Mafê Hêviyê têxe meriyetê. Lê Tirkiyeyê tu gav neavêt. Konseya Ewropa di îlona 2025an de dîsa li hev kom bû û vê varê 9 meh wext da Tirkiye ku Mafê Hêviyê nas bike û girtyan serbest berde. Lê 9 meh borîn dîsa Tirkiye tu gav neavêtiye. Li şûna gavan bavêje û Mafê Hêviyê nas bike, dijberî vê yekê girtiyên ku 30 salî girtî mane û cezayê wan qediya ye jî dîsa salek an 2 salan cezayê wan dirêj direk û dubare ceza dike.
Ji destpêka serê sala 2026an heta niha gelek saziyên civakî, rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê, zêdetirî 250 siyasetmedar, akademîsyen, nûnerên sendîka û civaka sivîl ên qada navneteweyî bi çalakiyên cuda bang li Konseya Ewropa kirin ku zextan li Tirkiyeyê bike da ku Mafê Hêviyê nas bike. Lê heta niha li şûna dewleta Tirkiyeyê guh bide van bangan û gavan bavêje, dijberî vê yekê girtiyên ku zêdetirî 30 salî ne girtî ne wan dubare dubare ceza dike. Dema em li çend mînakên jêr binerin, ev mînak îspat dike ku Tirkiye Mafê Hêviyê red dike.
Di gulana 2026an de Nedîme Yaklav a ku 34 sal in girtî ye û di Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê de tê girtin, berdana wê cara 7an hat taloqkirin.
Di gulana 2026an de tehliyeya Ahmed Abdî Îbrahîm, Tuncay Dogan û Nurettîn Ataman ji aliyê Lijneya Îdarî û Şopandinê ya li Girtîgeha Bolûyê ve hate taloqkirin. Ahmed Abdî Îbrahîm 32 sal e girtiye, Tuncay Dogan 32 sal in girtiye û Nurettîn Ataman jî 33 sal û 4 meh in girtiye. Berdawa wan heta 6 mehan taloqkirin.
Di gulana 2026an de girtiyê siyasî Zubeyîr Îdem ku 30 sal in girtî ye, li gel ku cezayê wî xelas bûye jî nahat berdan. Zubeyîr Îdem ku li Girtîgeha Tîpa L ya Espiyeyê dimîne diviya di 23yê Gulanê de hatiba berdan. Lê Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgeha Espiyeyê berdana Zubeyîr Îdem 3 mehên din dirêj kir.
Di 2025an de berdana 9 kesan taloq kirin
Di cotmeh 2025an de Lijneya Çavdêriyê ya Rêveberiya girtigeha Ewlehiya Bilind a Erzinganê bi hincetên “Poşman nebûye”, “Rewşa wî li gorî derve baş nîne” û “Di meha Îlonê de rojekî re cezayê hucreyê dabûn” berdana Abdulmecît Yuksekbag cara 5emîn ji bo 6 mehan taloq kir.
Di cotmeh 2025an de Serdar Şitilay ê 32 sal û 7 meh in girtiye, li ruxmê 30 sal cezayê xwe xelas kir jî nayê berdan.
Di tebax 2025an de Mehmet Îsa Aydogan ku 10 sal berê bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hat girtin, cara sêyemîn berdana wî taloqkirin. Dihat payîn ku Aydogan di sibata 2024an de bê berdan.
Di tîrmeh 2025an de Ayhan Bayar ku 30 sal in di girtîgehê de tê ragirtin nehat berdan.
Di tîrmeh 2025an Hasîp Avşarê ku 30 sal in girtî ye bi hinceta ku ferzkirina “poşmaniyê” qebûl nake cara duyemîn tehliyeya wî ji bo 3 mehan hate taloqkirin.
Di hezîran 2025an de Naif Îşçî yê ku 14 sal in di girtîgehê de ye, piştî 5 caran berdana wî taloq kirin serbest berdan.
Di hezîrana 2025an de Seyda Şîmşek û Firat Bilen tevî ku cezayê wan xelas bûye jî du caran bi dema 6 mehan hatiye taloqkirin.
Di hezîran 2025an de Nîhat Şahîn, li ruxmê 30 sal in girtî ye jî, li şûna di 4ê gulanê de bihata berdan lê Desteya Îdare û Çavdêriyê bi hinceta “nebaşhaliyê” tehliyeya Şahîn asteng kir.
Ev mînakên ku li jor me rêz kir, nîşan dide ku li ruxmê cezayê girtiyan qediya ye û zêdetirî 30 sal in girtî ne jî nikarin ji Mafê Hêviyê sûdê bigirin. Taloqkirina berdana girtiyan belge û îspat dike ku Tirkiye bi awayekî fîîlî Mafê Hêviyê red dike û biryara DMMEyê nas nake.


