Serhildana Zîlanê: rastiya ku dîroka fermî nikare bêdeng bike

Jibîrkirina Zîlanê ne gengaz e. Bîranîna Zîlanê ne xwedîkirina kînê, xwedîderketina li rastiyê, parastina edaletê û mezinkirina îradeya jiyana gelan a wekhev, azad û birûmet e. Ji ber ku rastî nayê bêdengkirin, bîr nayê veşartin û Zîlan, tevî hemû înkara dîroka fermî, dê di wijdana gel de bijî.

1 deqe xwendin
Serhildana Zîlanê: rastiya ku dîroka fermî nikare bêdeng bike

Hin erdnîgarî hene ku dema navê wan tê gotin, rastiyeke mezin a di bîra gel de mayî tê ziman. Zîlan cihêkî wisa ye. Dema navê Zîlanê tê gotin, ne tenê gelî yan newal; canên bêgormayî, malên şewitandî, malbatên sirgûnkirî, kilamên bêdengkirî û şahidiyeke mezin a gel tê bîra mirov.

Nivîsandina li ser Zîlanê tenê vegera ser raboriyê nîn e. Ew aşkerekirina rastiya gel a hatiye înkarkirin, gihandina şahidiyên bêdengkirî bo wijdana îroyîn û xwedîderketina li daxwaza edaletê ye. Zîlan tenê rûpelek tarî ya dîrokê nîn e; navê bîrê ye li hember înkarê, navê rastiyê ye li hember bêdengiyê.

Zîlan tenê navê qirkirinekê ya havîna 1930an nîn e. Ew ji Berxwedana Agiriyê heta Xoybûnê, ji dorpêça Erdîşê heta rêyên sirgûnê, bîra gel a mezin e. Têgihiştina Zîlanê, dîtina şopên înkar, qirkirin û sirgûnê ye.

Sê xet, erdnîgariya qirkirinê

Geliyê Zîlan, xeteke dîrokî ya fireh e ku ji Erdîşa Wanê dest pê dike û heta erdnîgariya berxwedanê ya çiyayê Agiriyê dirêj dibe. Ev gelî tenê newalek an gundek nîn e; di bîra gel de Zîlan, wek erdnîgariyeke fireh a jiyan, berxwedan û qirkirinê tê zanîn.

Ev erdnîgarî li ser sê xetên sereke tê bibîranîn: xeta Hemoyî, xeta Bekiran û xeta Hecîdêrî. Ada Xeybî, Newala Fedê û Newala Kuştiyan wek cihên qirkirina komî di bîra gel de mane. Her wiha Pêrtaxî, Tapê Mêra, navenda Erdîşê, Kevirê Mêra û Aşê Dawid jî cihên girîng ên vê bîrê ne. Ji ber vê yekê, divê Zîlan wek erdnîgariyeke mezin a tunekirinê bê xwendin.

Dîroka resmî pir caran Zîlanê yan înkar kiriye yan jî bi çend hevokên hişk derbas kiriye. Lê di bîra gel de Zîlan navê êrişeke giran e ku li ziman, nasname, hebûn û îradeya civakekê hatiye kirin.

Zîlan û bîra berxwedanê

Sînordarkirina Serhildana Zîlanê û qirkirina piştî wê bi çend rojên sala 1930î, kêmasiyeke mezin e. Zîlan; ji Berxwedana Şêx Seîd heta Berxwedana Agiriyê, ji Civata Azadî heta Xoybûnê, ji damarên berxwedana herêmî heta lêgerînên neteweyî, encama zemîneke dîrokî ya fireh e.

Di derbasbûna ji Osmaniyan a ji bo komarê de, gelê kurd bi siyaseta înkarê, asîmîlasyonê û navendîkirinê re rû bi rû ma. Ziman, çand, bawerî û bîra gelê kurd ket bin zextê. Têgihiştina yekperest a komarê nasnameyên cuda wek pirsgirêk dît.

Berxwedana Agiriyê, pêşengiya Îhsan Nûrî Paşa, xebatên Xoybûnê û piştgiriya hêzên herêmî, nîşan didin ku ev pêvajo tenê tevgera leşkerî nebû; lê gotina xurt a lêgerîna hebûn û azadiyê ya gelê kurd bû. Navên wek Biroyê Heskê Têlî, Seyîd Abdulwehab, Seyîd Resûl, Bekirê Qulîxan, Reşoyê Silo û gelek qehremanên bênav di bîra gel de cihê xwe girtine.

Operasyona dewletê û şikestina civakî

Dewletê ji bo tepeserkirina Berxwedana Agiriyê operasyoneke leşkerî ya fireh bi rê ve bir. Biryargeha balafiran a Erdîşê, hêzên hewayî û bejahî û bikaranîna milîsên herêmî nîşan didin ku ev operasyon teng nebû. Herêm hat dorpêçkirin; hat xwestin ku têkiliya gel û berxwedanê bê qutkirin. Bi vê armancê gund hatin hedefgirtin, sivîl hatin cezakirin, jin, zarok, kal û pîr rastî tundiyê hatin. Dema cihê ku gel lê dijî wek “qada tehdîtê” tê ragihandin, li wir ne tenê berxwedêr; zarok, dayik, mal û bîranîn jî tên xwestin ku werin tunekirin.

Rola milîsên herêmî di vê pêvajoyê de yek ji rûpelên herî biêş ên bîra Zîlanê ye. Di nav bîra gel de navên wek Silêman Erdînç, Îdrîs Erdînç û Sîdiqê Heso jî di vê mijarê de tên bibîranîn. Ev mijar tenê bi çend navan nayê sînordarkirin; li ser tirs, berjewendî, zexta dewletê û têkiliyên hêzê yên herêmî hatiye avakirin.

Qirkirin, bêgorhiştin û mafê şînê

Li gorî bîra gel û vegotinên herêmî, di 12ê tîrmehê de ji gundan re peyam hat şandin ku gel li cihên diyarkirî kom bibe. Ev bang, li ser navê komkirinê û kontrolê hatibû kirin; lê di rastiyê de bû destpêka qonaxeke herî tarî. Di 13ê tîrmehê de, li Geliyê Zîlanê û li cihên ku gel hatibû komkirin, qirkirina komî dest pê kir.

Mirov bi awayekî komî hatin kuştin, gund hatin valakirin, mal hatin şewitandin, heywan hatin desteserkirin û cihên jiyanê hatin wêrankirin. Heta di rojnameyên wê demê de jî mezinahiya qirkirina Zîlanê nehatibû veşartin; di rojnameya Cumhuriyetê ya 16ê tîrmeha 1930an de hatibû gotin ku di operasyona Zîlanê de ‘ji 15 hezaran zêdetir’ mirov hatine kuştin. Ev hejmar, her çend bi peyva ‘eşqiya’ hatibû dayîn jî, nikarî serê felaketa sivîl a ku li wir qewimî bigire.

Piraniya kesên hatin kuştin bêgor hatin hiştin. Bêgorhiştin tenê neheqiyek li miriyan nîn e; desteserkirina mafê şîn û xemgîniyê ya yên mayî ye. Li Zîlanê tenê mirov nehatin kuştin; mafê şînê, mafê bîrê û mafê rastiyê jî hat hedefgirtin.

Herêma qedexekirî û jiyanên hatine qutkirin

Piştî qirkirinê, herêm bi salan wek ‘herêma qedexekirî’ hat ragihandin. Vegera mirovan bo axa xwe, lêgerîna li gorên xwe û avakirina ji nû ve ya gundên xwe hat astengkirin. Armanc tenê kontrola ewlehiyê nebû; qutkirina girêdana di navbera gel û cih de bû. Ji ber ku cih, bîr e. Dema gelek ji geliyên xwe, çiyayên xwe, gundên xwe û gorên xwe tê qutkirin, girêdana wî ya bi raboriyê re jî tê hedefgirtin.

Rêyên sirgûnê, rûpelekî din ê biêş ê Zîlanê ye. Gelek malbatên ku ji qirkirinê sax man, sirgûnê Aydin, Sînop, Samsûn û bajarên din kirin. Hin kesan li zindanên Edene û Zongûldakê dîl girtin. Lê tevî hemû van tiştan, bîr nehat bêdengkirin. Dayikan ji zarokên xwe re Zîlan vegotin, kal û pîran bi dengekî nizm raboriyê ragihand, êş ji nifşekî derbasî nifşekî din bû.

Birîna Zîlanê ne tenê li gelî; li bazarê, li dibistanê, li dadgehê û di hemû qadên jiyana rojane hat hîskirin. Lê tevî hemû zextan, bîra hundirîn a gel nehat tunekirin.

Rastî, aştî û rûbirûbûna demokratîk

Îro axaftina li ser Zîlanê, vekirina ji nû ve ya birînên raboriyê nîn e. Berovajî vê, şertê yekem ê başbûnê pejirandina rastiyê ye. Êşên ku bi wan re rûbirûbûn pêk nayê, di wijdana civakan de dibin sedema xirabûnê. Dema rastî tê înkarkirin, edalet dereng dimîne; dema edalet dereng dimîne, aştî jî kêm dimîne.

Bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, divê wek zemîneke girîng bê xwendin ji bo rûbirûbûna bi êşên dîrokî yên wek Zîlanê re û avakirina siberojeke demokratîk. Ev bangawazî, bangawaziya jibîrkirina êşên raboriyê nîn e; berovajî wê, îradeya rûbirûbûnê û avakirina siberojeke hevpar û azad e.

Komara demokratîk; li şûna têgihiştina yekperest, înkar û ewlehiyê, wekheviya gelan, azadiya nasnameyan, parastina zimanan û jiyaneke hevpar esas digire. Bîra Zîlanê ji me re vê rastiyê nîşan dide: bê rûbirûbûna bi rastiyê re aştiya rastîn nayê avakirin.

Rastî nayê bêdengkirin

Dîroka resmî xwest Zîlanê bêdeng bike. Lê Zîlan, bi bêdengiyê tune nebû. Her sal careke din hat bibîranîn, di her vegotinê de hinekî din xurt bû, di her kilamê de hinekî din kûr bû. Bîr û bîranîn ne bingeha kînê, bingeha lêgerîna edaletê ye.

Zîlan navê kesên bêgorhiştî ye. Zîlan navê zarokên ku li sirgûnê mezin bûne. Zîlan navê kesên ku venegeriyan, navê wan e ku axa xwe ji dûr ve bi hesret bi bîr anîne. Zîlan di heman demê de banga hevpar a wan kesan e ku edaletê dixwazin, rûbirûbûnê dixwazin, bi komareke demokratîk û aştiyeke birûmet bawer dikin.

Ji ber vê yekê, jibîrkirina Zîlanê ne gengaz e. Bîranîna Zîlanê ne xwedîkirina kînê, xwedîderketina li rastiyê, parastina edaletê û mezinkirina îradeya jiyana gelan a wekhev, azad û birûmet e. Ji ber ku rastî nayê bêdengkirin, bîr nayê veşartin û Zîlan, tevî hemû înkara dîroka fermî, dê di wijdana gel de bijî.