Ka misîn?

Ez ê di nivîsa xwe ya îro de, qala serpêhatiyeke xwe bikim.

1 deqe xwendin
Ka misîn?

Ez ji bo bernameya Jiyana Dayikan çûm gundekî Qerejdaxê. Hevalên min ên kameravan ji bo detayên bernameyê bikişînin bi nav gund ketin û bi qasî pêncî zarok jî li pey wan, bi şermokî di guhên hev de dikirin pitepist û dikeniyan û derdorê nîşanî hevalên me didan.

  • Abla Abla, li vir kaniya maran heye, were wê jî bikişîne!

Yê din digot; 

  • Abla quloçê beranê me metreyek dirêj e, were wî jî bikişîne! 

Û hîn gelek detayên din ên kêşanê. Ez serê we neêşînim, hevalên me, kêşana nav gund qedandin, em ê dest bi kêşana axaftinê bikin.

Me merşek ji mû li ber diwarekî kevirîn raxist, keçên hevalên me kamerayên xwe sererast kirin, min rahişt mîkrofona destan, ez û dayika Xezalê em li ser merşa ji mû rûniştin, me pişta xwe da dîwêr, hevalan îşareta ku em amade ne da û min got;

  • Ji bernameya Jiyana Dayikan dem baş temaşevanên hêja, em vê hefteyê, li qûntarên Qerejdaxê, li gundê (x.l,w.r.) ne.

Bi gotina min re, meleyê mizgeftê got; Allah û Ekber, Alaaaaaah û Ekber,,,,,

Di wê navberê de hevalên li paş kamerayê îşareta rawestandinê dan û em sekinîn, lê nêzîkî sed kesî, zarok, xort, pîr û kal li dora me kom bibûn û bi baldarî em dişopandin.

Dema em rawestiyan, dayika Xezal pirsî ku em çima rawestiyane?

Min got yadê mele bang dide.

Yên ku li derdorê me dişopînin, wechê wan qelibî û ji dora me belav bûn. Piştî deh pazdeh deqeyan, min dît çend kesên ku şelwarê wan erdê dimale û her yek di destê wan de şivek terr û ber bi me ve tên!

Min li keçên kameravan nihêrî, min got, aha, weleh îş giran e!

Beriya ku bigihîjin cem me, hema min mîkrofona destê xwe danî û min got; dayika Xezal ji kerema xwe ka misîn?

Dema min rahişt misîn û ew kesên darbidest gihîştin cem me, min milê xwe hetanî enîşkê hildabû û min bi deng ayetên desmejê xwendin.

  • Ma hûn ji dengê azanê aciz in?

  • Ma hûn ne ji ometa Muhemed in?

Yekî ji wan şerwaldirêjan got; 

  • Ji bo çi we gotiye bila dengê azanê nekeve nav axaftina me? 

  •  

Şalika limêjê di destê min de, min bang li dayikê kir;

  • Yadê haaaa yadê, ma li vir berê qiblê li kîjan alî ye?.

Hevalê min li min dinihêrtin û di hundurê xwe de dikeniyan. Weleh min limêja hefteyekê qeza kir û me bernameya xwe xelas kir û me berê xwe da Amedê.

Ji wê rojê û vir ve, ez misîn û şalika xwe bi xwe re digerînim.