Rojên Ma Musicê didomin
Dîwana şargirtan di Rojên Ma Musicê de derket ser dikê û berhem û keda xwe pêşkêşî malbat û hunerhezan kirin.

8emîn Rojên Ma Musicê ku Navenda Ma Musicê li Amedê organîze dike, di roja duyemîn de bi bernameyeke hunerî, bi girseyî berdewam kir. Di vê şeva taybet de şagirtên ku li navendê perwerdeya muzîkê dibînin, berhem û keda xwe pêşkêşî malbat û hunerhezan kirin. Di çalakiyê de performansên rîtîmjen, piyanojen, defjen, kemanjen, sentûrjen û tenbûrjenan li pey hev derketin ser dikê.
‘Ev ked sebra malbatan û keda mamosteyan e’
Di bernameyê de mamosteyê Ma Musicê Ferhat Ertaş axivî û bal kişand ser dîroka Ma Musicê û girîngiya perwerdehiya muzîkê. Ertaş diyar kir ku ev 8 sal in ku Rojên Ma Musicê li dar dixin lê ev 9 sal in wekî malbata Ma Musicê li Amedê, di bin banên cuda û di şert û mercên giran de têkoşîna çand û hunerê dimeşînin. Ertaş destnîşan kir ku ji sala 2017an û vir ve bi piştgirî û alikariya gel re ev 9 sal in ku ew performansên zarokên Ma Musicê amade dikin û pêşkêşî gel dikin.
Ferhat Ertaş di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rola muzîkê ya di parastina nasnameyê de û wiha got: “Em di van salan de tenê fêrkirina enstrumanekê nadin zarokan. Li vir fêrkirina her notayekê, her stranekê, her gotinekê û her peyvekê, li dijî asîmîlasyonê berxwedanek e. Em ji bo vê yekê lê didin. Ev encama sebra malbatan, keda mamosteyên Ma Musicê û kedkarên çand û hunera Kurdî ye ku îro derketiye pêşberî we.”
Bername bi lêxistina enstûrmanan û stranê şagirtan berdewam kir.
Roja sêyemîn a Rojên Ma Musicê wê bi bernamayên cûr bi cûr berdewam bike.


