Tev-Çandê ji bo Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

Tev-Çandê Alî Haydar Kaytan di salvegera şehadeta wî de bi helbesta “Kulîkên Azadiyê wê bipişkivin” bi bîr anî. Ev helbesta ku ji aliyê Rêşad Sorgul ve hatî nivîsandin, li ser qenala YouTube ya Med Muzîk TV hat weşandin.

1 deqe xwendin
Tev-Çandê ji bo Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

Tev-Çandê şoreşgerê pêşeng, helbestvan û fikirvan Alî Haydar Kaytan di salvegera şehadeta wî de bi helbestekî bi bîr anî.

Helbesta bi navê “Kulîlkên Azadiyê wê bipişkivin” ji aliyê nivîskar Rêşad Sorgul ve hatiye nivîsandin. Kedkarên muzîkê ya Tev-Çandê helbest kir beste. Helbest di salvegera şehadeta Kaytan de li ser qenala YouTube ya Med Muzîk TV (@MedHuner) hat weşandin.

Helbest bi vî rengî ye:

Kulîlkên Azadiyê Wê Bipişkivin

Me got, ya HEQ

Me got, ya Xizir

Ji Dersimê, ji Koçgiriyê, ji Zîlanê

me da xwe û em rabûn

Ji Şêx Seîd heta bi Seyîd Riza

li seranserê Kurdistanê

me got, ya HEQ û em meşiyan...

 

em kom û komik bûn

em parçe bûn ji her parçeyî

û em rabûn

em rabûn li ber mêhtinkaran, li ber zordestan,

Me serî rakir

em komikek çargurçikî bûn,

em çend kes bûn

em xort û jin, can û ciwan bûn...

buhara temenê me bû...

 

Em bi ser dijmin de çûn,

em ji ber wan nereviyan,

em her bi ser wan de çûn,

me guleyên xwe

me bi halanên xwe

tola tevahiya cangoriyên xwe

tola tevahiya pakrewanan

tola hezar salan

tola xwe hilda

 

me tola gelî û newalên xwe,

me tola zarok û jinan,

me tola kal û pîran

me tola nalîn û qîrînên kal û pîran,

me tola canên xwe hilda

 

Me got, zor zane devê tifinga mor zane,

Me got, rêya me HEQ e, heq nayê înkarê

Me got, welatekî me heye, navê wî Kurdistan e.

 

her dar û ber,

kevir û kuçik,

kanî û rûbar,

deşt û zozan bi xwe re ketibû xiyanetê

dilê me mîna daholê HEQ lê da

şiyar bû, cumle zerat

pêkve rabûn govenda azadiyê

 

Çawa ku Şakiro gotî

ev şer ne şerê Hesenan û Heyderan e,

ne şerê duwanzdeh eşîran e,

ev şer şerê Kurdan

ev şer şerê şoreşgerên Kurdistanê ye,

 

ji nû ve ruh bi her tiştî ve hat

em meşiyan

komik bûn kom,

kom bûn gelek

gelek bû neteweyek

em meşiyan bi ser dijminan de

em meşiyan bi ser hêzên tariyê de

em meşiyan bi çargurçikî

ne bi dilekî bi hezar dilî

em meşiyan, meşiyan ber bi roja azadiyê ve

 

xema nexwe

roja me hiltê

kulîlkên azadiyê dipişkivin

li welatê dilê me

li her quncik û goşeyê

ew jiyana şadûman

ew xeyala giranbuha ya pakrewanan

ew evîna pîr û ocaxan

ha binêre

wa li asoyê hiltê

û teqez wê Kurd û Kurdistana azad pêk bên

ji ber ku ew êdî rastiyên ebedî ne.

https://www.youtube.com/watch?v=yy9fy3r6cK4