Mexmûr pêşengiya komunan dike
Li Wargeha Mexmûrê 16 komun hatin avakirin. Endama Meclisa Komunan Fatma Bîlen anî ziman ku ji bo bibin bersiva pêdiviyên civakê, bi hev re pirsgirêkan çareser bikin wan dest bi avakirina komunan kiriye.

Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 1994an de hat avakirin û di sala 1995an de statuya xwe ya siyasî qezenc kir. Niha di bin parastina Neteweyên Yekbûyî(NY) de ye. Wargeha Mexmûrê bi salan e di bin dorpêça PDKê û hikûmeta Iraqê de ye. Hikûmeta Iraqê ji 10ê nîsana 2025an ve, Hikûmeta Kurdistana Federal jî ji 2019an ve ambargo daniye ser wargehê. Iraq rê nade kel û pel bikevin nava wargehê, karker biçin ser karên xwe û nasnameyên gelê wargehê nû nake. Ji ber van polîtîkayên Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê gelê Mexmûrê ji hêla tenduristî, aborî û jiyanî ve bi gelek xeteriyan re rû bi rû dimîne. Gelê Mexmûrê ji bo di her alî de pêdiviyên xwe ew bixwe temîn bike û pirsgirêkên xwe çareser bike, li ser esasê paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi avakirina komunan kir. Heta niha 4 komungeh di bin banê wan de 16 komun ava kirine. Têkildarî xebatên komunan endama Meclisa Komunan Fatma Bîlen nirxandin kir.
16 komun ava kirin
Fatma Bîlen anî ziman ku komun pergala Neteweya Demokratîk e ku Rêberê Gelê Kurd li ser esasê jiyana hevpar daye avakirin û wiha got: “Ev pergala komunan bingeha civaka exlaqî-polîtîk esas digire. Civaka Wargeha Mexmûrê jî îro pêdiviya wê bi pergala komunê heye. Pêwistî bi hevşêwirîn û çareseriya hevpar heye. Ji bo civak xwe li ser piyan bihêle û bikaribe xwe bi rê ve bibe, jiyana pergala komunê esas e. Civaka Mexmûrê zêdetirî 30 sal in di nav şert û mercên xerab de dijî. Van şertên fîzîkî yên wargehê ji bo civakê trajediyek ava kiriye. Civaka Mexmûrê berpirsyariya pêşengiyê dide ser milê xwe. Me di destpêka meha adarê de dest bi avakirina karê komunan kir. Me piştî xebata 2-3 mehan di 1ê gulanê de Konferansa Komunan a Wargeha Mexmûrê li dar xist û li wargehê 4 komungeh û di nav wan de jî 16 komun ava kirin.”
Ji bo her komunê du berdevk
Fatma Bîlen da zanîn ku beriya konferansê ji bo avakirina komunan mal bi mal xebat kir û wiha berdewam kir: “Di serdana malbatan de kesên ku dikaribin karên komunê bi pêş bixin wek endam hatin diyarkirin û hilbijartin. Li gorî hejmara ku me daye diyarkirin di her komunê de 10 birêvebir cih digirin. Di nav her komunê de 2 berdevk hene. Di konferansê de encamên baş hatin destxistin. Di vê xebatê de rêbazên ku civak dê çawa bikaribe xwe ji pergala desthilat biparêze û birêxistin bike, heye. Bi salan e li dijî civakê şerê taybet heye. Civak dê çawa bikaribe li dijî van êrişan xwe biparêze û xwe bi rê ve bibe. Li ser esasê ku hemû pirsgirêkên ku komun çareser bikin me ev endam hilbijartin û konferans pêk anî. Ez bawer dikim ku encameke baş ji konferansa me derket û erênî hat nirxandin. Konferans baş derbas bû.”
‘Ji bo xwe biparêze û bi rê ve bibe’
Fatma Bîlen li ser pêwistiya komunan jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Ji ber ku zêde pêdiviyên civakê bi van komunan heye, Rêbertî girîngiyê dide van komunan. Dewletên serdest û hegomon civakê ber bi rizandinê ve dibin. Em vê rizandina civakê dibînin. Rêbertiyê pêwistî dît û ev manîfestoya civaka demokratîk pêşkêşî civakê kir. Pewist e ku komun li ser bingeha civake bê avakirin. Em hêj nû li taxên Mexmûrê dest bi avakirina komunan dikin. Em komun û komungehên xwe vedikin. Armanca van komunan ew e ku civak çawa bikaribe xwe biparêze, debara xwe bike û xwe bi rê ve bibe.”
Fatba Bîlen li ser avakirina kooperatîfan jî rawestiya û wiha pêde çû: “Erka kooperatîfan ew e ku çawa bikaribe pêdiviyên jiyanî yên endamên komunê û malbatan çareser bike. Civak dikare projeyên xwe pêşkêşî komunan bike. Endamên komunê û civak bi hev re di nav şêwr û parvekirinê de ye. Kooperatîfên bêne avakirin jî, hilberîn û hatina wê dê li malbatên ku pêdiviya wan pê hebe, bê belavkirin. Hewldanên me yên ji bo avakirina kooperatîfan hene.”
Astengî zêde ne
Herî dawî Fatma Bîlen destnîşan kir ku ambargoya ji aliyê dewleta Iraqê û hikûmeta Herêma Federal ya Kurdistanê ve li ser Mexmûrê tê meşandin û zextên li ser wargehê hene, bandoreke neyînî li ser jiyana wan dike û got: “Em li wargehê ne serbixwe ne. Ne wekî ku li gund û bajarê xwe serbixwe bin. Em nikarin bi serbestî karan ava bikin û projeyan bi pêş bixin. Ew şert û merc pir kêm in. Ji bo avakirina projeyan zehmetî zêde ne. Lê dîsa em ê bi aqilê hevpar û bi hevkariya gel xebatên komun û kooperatîfan berdewam bikin. Dahata dikeve wargehê pir bi sînor e. Her ferdê malbatê nikare biçe derve kar bike. Hinek nexweş in. Hinek seqet in. Hinek kal û pîr in. Ji ber vê yekê nikarin biçin pêdiviyên xwe ji derve peyda bikin. Ji bo em dahat û projeyan ava bikin em di nav hewldanan de ne. Em li gorî paradîgmaya Rêber Apo hewl didin xwe birêxistin bikin. Em bi hevgirtin û yekîtiyeke xurt li wargehê dijîn. Me li ruxmê hemû zextan li ber xwe daye. Li ruxmê hemû hewldanên ku dixwazin civakê birizînin, hewldana jiyana hevpar, hevkarî û piştevanî didome. Li ruxmê hemû zext, tundî û şertên xerab, me bi salan bi hev re di nav şêwrekê de li wargeha Mexmûrê jiyaneke hevpar ava kiriye. Ji niha û şûn de jî li gorî dem û paradîgmaya nû em ê avakirina jiyana hevpar û komunal berdewam bikin. Li gorî paradîgmaya nû ya Rêbertiyê pêşkêşî civakê kiriye em ê xwe birêxistin bikin û xebatê bi pêş bixin. Em ê berxwedana xurt berdewam bikin.”


