Xwedîderketina nirxên şoreşgerî û metirsîya nedilsoziyê

Hinek kes û komên ku di demên herî dijwar de rêya têkoşînê hiştin, hevalên xwe tenê hiştin û li pey berjewendiyên kesane çûn, îro li ser navê gerîla, şehîdan û nirxên gelê kurd dixwazin xwe ji nû ve nîşan bidin.

1 deqe xwendin
Xwedîderketina nirxên şoreşgerî û metirsîya nedilsoziyê

Brusk Bagok

Di dîroka gelê kurd de gelek kes ji bo azadî, rûmet û hebûna neteweyî xwe feda kirine. Ev têkoşîn bi xwîn, hêsir, zindan, koçberî û fedakariyên bêhesab hatiye nivîsandin. Barê herî giran ê vê rêbazê gerîlayên li çiyayan, girtiyên siyasî yên li zindanan, ciwanên li qada berxwedanê û dayikên ku zarokên xwe ji bo azadî qurban kirine hilgirtine.

Ji ber vê yekê, nirxên ku îro gelê kurd bi wan serbilind e, bi peyv û daxuyaniyan nehatiye afirandin; bi berxwedan, fedakarî û bedelên giran hatine çêkirin.

Lê mixabin, hinek kes û komên ku di demên herî dijwar de rêya têkoşînê hiştin, hevalên xwe tenê hiştin û li pey berjewendiyên kesane çûn, îro li ser navê gerîla, şehîdan û nirxên gelê kurd dixwazin xwe ji nû ve nîşan bidin. Ew bi wê hewldanê ne ku wekî beşek ji vê dîrokê bên dîtin, lê rastî ev e ku dîrok bi wê qasî hêsan nayê guhertin.

Di rojên ku çiya bi berfê hatibûn veşartin, di şevên tarî yên şer de, di zindanan de û di şert û mercên herî dijwar de, gelek kes li gel hev mabûn. Gelek kes jî wê demê rêya xwe guherandin û ji têkoşînê dûr ketin. Gelê kurd baş dizane ka kî di rojên tengasiyê de li ku bû. Dizane ka kî li ber xwe da, kî fedakarî kir û kî jî demekê piştî hevalên xwe vegeriya.

Ji bo xwedîkirina nirxan tenê gotin ne bes e. Nirx bi helwestan tê pîvandin. Kesê ku di dema şer de tu berpirsiyarî hilnegirtiye, nikare îro li ser fedakariyên yên din nav û dengê xwe ava bike.

Li ser torên civakî wêneyek parvekirin an jî peyamek nivîsîn, nikare cihê salan têkoşîn, zindan û berxwedanê bigire. Têkoşîn rastiya mirovan derdixe holê. Di demên rehetî de gelek kes dikarin xwe wekî dostê gelê kurd nîşan bidin, lê di demên dijwar de rastiya her kesî xuya dibe.

Ev jî rastiyek e ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, ku îro li pêş me ye, tenê pêvajoyeke siyasî nîn e. Di heman demê de ew pîvanek e ji bo dilsoziyê, rastgotiyê û berpirsyariyê. Di vê pêvajoyê de dê kesên ku bi rastî bi nirxên gelê xwe ve girêdayî ne, ji yên ku tenê li pey berjewendiyên xwe ne, bêne cihêkirin.

Hinek kes salan li dijî nirxên gelê kurd axivîn, li ser têkoşînê rexne kirin û hewl dan baweriya gelê xera bikin. Îro jî dixwazin xwe di nav vê pêvajoya nû de cih bikin û xwe wekî beşek ji têkoşînê nîşan bidin. Lê dîrok û bîra gelan hêza xwe heye. Tu tişt heta hetayê veşartî namîne.

Gel dikare di navbera rast û derewê de cihêtiyê bibîne. Dikare di navbera fedakarî û oportunîzmê de ferqê bibîne. Her çiqas kesek bixwaze xwe bi peyvan biparêze, kiryarên wî yên berê dê her dem li pêşiya gelê xwe bimînin.

Şehîdan xwe ji bo nav û deng qurban nekirin. Ew ji bo azadî, maf û rûmeta gelê xwe şehîd bûn. Ji ber vê yekê xwedîderketina nirxê wan tenê bi gotinan nabe; bi domandina rêya wan, bi parastina yekîtî û bi xizmeta gel re dibe.

Pêvajoya nû dê hêsan derbas nebe. Asteng û dijwariyên wê hene. Lê heke gelê kurd bi heman bawerî, hêvî û ruhê berxwedanê rê dewam bike, dê nikare tu hêz li pêşiya vê rêyê raweste.

Em divê hêviyê mezin bikin, bi nirxên xwe ve girêdayî bimînin û bîra şehîd û gaziyên xwe biparêzin. Ji ber ku hêvî hîn jî di dilên me de ye. Baweriya me xurt e û daxwaza me ya azadî û aştiyê zindî ye. Dîrok dê her tim navê yên ku berxwedan kirine bi rûmet binivîse û yên ku li pey berjewendiyên kesane çûne jî di bîra gelan de wekî dersê bimînin.

Ji ber vê yekê, rêya me zelal e: xwedîderketina nirxan, parastina rastiyê û avakirina civakeke demokratîk û azad.

Hêviya me, baweriya me û biryara me bêdawî ye.