Şaredariya Sûrê ji bo xebatkarên xwe kursa Kirmanckî da destpêkirin
Şaredariya Sûrê, ji bo xebatkarên xwe kursa zaravayê Kirmanckî da destpêkirin.

Şaredariya Sûrê ya Amedê, di çarçoveya şaredariya pirzimanî de perwerdeya ziman a ji bo xebatkarên xwe bedewam dike. Şaredariyê piştî kursa Kurmancî ya zaravayê Kudî, cara ewil kursa Kirmanckî da destpêkirin.
Dersên ku li avahiya şaredariyê hat destpêkirin, Hevşaredarên Sûrê Gulan Onkol û Adnan Orhan beşdar tevî xebatkaran beşdar bûn. Kursa ku bi mebesta xebatkar karibin xizmetê bikin û peywendiyê bi zimanê dayikê re deynin hatî destpêkirin, ji bo beşdaran xwendin, nivisîn û axaftina bi Kirmanckî armanc dike.


