Şaredariya Kobanê bi derfetê xwe xizmetê dike

Şaredara Kobanê Almaz Romî ku 3 mehin şaredar e, anî ziman ku şert û mercên wan ên ji bo xizmetê pir kêm in û wiha got: “Em hewl didin bu bi derfetên xwe xizmeta bajêr bikin. Gelek projeyên me hene. Ji bo projeyan Rêveberiya Heleb soz daye lê heta niha pêk neanîye.”

1 deqe xwendin
Şaredariya Kobanê bi derfetê xwe xizmetê dike

Li dijî pergala Rejîma Baasê, bi Şoreşa 19ê Tîrmeha 2012an re, li herêmên di bin kontrola HSDê de pergaleke cuda ya Rêveberiya Demokratîk hate avakirin. Pergala ku 2014an bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat avakirin, nenavendîbûn û demokrasiya herêmî ku hemû gelan diparêze esas girt û digire. Li gorî vê pergala ku 2018an wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat pênasekirin, herêm wekî 7 kantonan (Cizîr, Firat, Reqa, Tebqa, Dêrazorê, Minbic û Efrîn-Şehba) hatiye dabeşkirin. Şeklê pêkanîna sîstemê bi Hevpeymana Civakî hatiye diyarkirin. Li gorî vê yekê, Meclisa Gelan di asta herî jor de ye û ji nûnerên kanton, pêkhate, bawerî, çandên cuda, jin û ciwanan pêk tê. Karên rêvebirinê ji aliyê meclisên rêveber ve tên meşandin. Li her kantonekî meclisek hatiye avakirin, wekî koordînasyona di nava meclisan de jî meclisa rêveber a giştî ku ji hevserokên kantonan pêk tê, heye. Li gorî Hevpeymana Civakî di hemû rêveberiyan de sîstema hevserokatiyê tê pêkanîn û temsîla jin wekî sedî 50 hatiye diyarkirin. Hemû karên resmî û perwerde bi 3 zimanên fermî (Kurdî, Erebî, Suryanî) tên kirin.

Piştî hilweşîna pergala Baasê

Bi hilweşîna sîstema Bassê ya 8 Kanûn 2024an re, li Şamê desthilatdarî guherî. Lê sîstema dewletê wek xwe maye. Destûra bingehîn û yasa nehatine guhertin. Li gorî vê pergalê Sûriye bi rêbaza navendîbûnê tê birêvebirin. Parlamento wekî Meclisa Gel a Sûriyeyê hatiye binavkirin, lê piranî serokkomar derdikeve pêş. Bi hikumeta nû re serokkomar hîn zêdetir bûye xwedî raye. Ji parlamentoya ku ji 210 kesan pêk tê, 70 kes ji aliyê serokkomar ve tên diyarkirin. Beşên rêvebirinê yên wekî hikumet, artêş û edalet jî girêdayî serokkomariyê ne.

Dabeşkirina îdarî ya Sûriyeyê wekî parêzgeh, herêm û navçe hatiye diyarkirin. Beşa herî mezin a îdarî parêzgehe û di rewşa niha de Sûriye dabeşî 14 parêzgehan (Hesekê, Heleb, Hema, Idlib, Hums, Dêrazor, Şam, Deraa, Reqa, Gundewarê Şamê, Siwêda, Tertûs, El-Quneytira, Laziqiyê) hatiye kirin. Girêdayî parêzgehan herêm û navçe hene. Rêveberên van herêman ên wekî parzger, mûdîrên herêm û navçeyan, berpirsên daîreyên wekî nifûs, tenduristî, çandinî, perwerde û şaredariyan jî ji aliyê Şamê ve tên diyarkirin.

Piştî peymana 29ê Çile

Di çarçoveya peymana 29ê Çileyê de, mijareke girîng a nîqaşên navbera HSD-Rêveberiya Xweser û Şamê de sîstema siyasî-îdarî ye. Di peymanê de tê gotin ku wê xweseriya herêmên di kontrola HSDê de li ber çavan bên girtin û sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, her wiha rêvberên wan wê di sazî û dezgehên giştî yên dewletê de cih bigirin. 

Di çarçoveya entegrasyonê de 

Di 6ê Nîsanê de şandeyeke rêveberiya Kobanê serdana Helebê kir. Şandeyê bi Parêzgerê bajêr Ezzam Xerîb re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê 9ê Nîsanê Almaz Romî ku ji aliyê rêveberiya Kobanê hatibû diyarkirin, weke Şaredara Kobanê hat erkdarkirin. Şaredar Almaz di heman rojê de dest bi karê xwe kir. Şaredar Almaz Romî ji 9ê Nîsanê heta niha wekî Şaredara Kobanê hewl dide di bin dorpêç û ambargoyê de xizmeta bajêr bike. Di çarçoveya entegrasyona demokratîk de 

 

27ê Nîsanê Mihemed Mistefa Mihemed weke midûrê herêma Kobanê hate erkdarkirin.

Almaz Romî ku 3 meh in Şaredara Kobanê ye, anî ziman ku piştî entegrasyonê saziya yekemîn Şaredariya Kobanê ye û wiha got: “3 meh in em di şaredariyê de li ser kar in. Bêtir ji bo xizmeta Kobanê em kar dikin. Şaredariya berê kar û xebat dikir. Em jî hatin ser kar û xebatên berê temam bikin. Ji bo projeyan û xizmeta bajêr, heta niha ji aliyê hikûmeta navendî ve tu alîkarî nehatiye kirin. Gelek xizmetê binesaziyê hene ku em çêkin. Di serî de rêyên nava bajêr xera bûne û divê em çêkin. Em gelek caran alîkariyê ji bajarê Helebê dixwazin lê heta niha alîkarî nedaye. Di vê meha Tîrmehê de soz daye ku alîkariyê bike da ku em xizmeta binesaziyê bikin.”  

Almaz Romî da zanîn ku saziya avê ne girêdayî şaredariyê ye û ew jî kar û xebatên xwe dikin û wiha axivî: “Saziya avê jî di çarçoveya entegrasyona demokratîk de xebatên xwe dike. Dîsa saziya perwerdehiyê jî di milê entegrasyonê de xebatên xwe dike.” 

Ji bo xizmetê butçe lazim e 

Almaz Romî bal kişand ser xebat û projeyên ji bo jinan û wiha berdewam kir: “Em dixwazin projeyên ji bo jinan çêkin. Lê di milê aboriyê de ji bo xizmeta jinan em zahmetiyan dijîn. Em dixwazin ji bo zarok û jinan cihên xweş ava bikin. Lê ev tune. Di milê aboriyê de em zahmetiyê dijîn. Ji bo projeyên jinan tu pere nehatiye veqetandin. Em di nîsanê de tev li xebatên entegrasyonê bûn. Niha pêwiste em van projeyên xwe bişînin Helebê. Lê rêveberiya Helebê jî dibêje pere tune. Ji ber vê yekê em gelek zahmetiyan dijînin.” 

Tenê bi derfetên xwe xizmetê dikin  

Almaz Romî da zanîn ku ji bo xizmetê butçe ji derve ji wan re nayê û tenê bi butçeya şaredariyê xizmeta bajêr dikin û wiha pêde çû: “Xizmeta li nava bajêr tê kirin, tenê bi butçeya şaredariyê ye. Ji ber ku ji bo projeyan butçe ji mere nayê şandin, em nikarin van projeyan têxin meriyetê. Ji ber vê yekê gel her tim lêpirsîn dike. Gel gelek caran dipirse. Gelek caran tên şaredariyê û dibêjin ‘Çima tişta ku ji bo Kobanê tê xwestin nayê çêkirin?’ Lê heta niha tu butçe ji hikûmetê û Helebê nehatiye şandin. Lê tenê soz dane. Soz dane û pêk neanîne.” 

Gelek koçber di dibistanan de dijîn

Almaz Romî li ser rewşa dorpêçê û koçberan jî agahî dan û wiha pêde çû: “Dorpêça li ser Kobanê ne mîna berê ye. Hinek sist bûye. Çûn û hatin heye. Li aliyê din gelek koçber hîn venegeriyane warê xwe. Gelek ji wan di dibistanan de dijîn. Niha jibo vegera koçberan lijneyek hatiye avakirin. Dan û stendina vê lijneyê didome.” 

Şaredariyên derve alîkarî nedane wan

Almaz Romî bal kişand ser têkiliyên xwe yên bi şaredariyên derve re jî û ev agahî dan: “Ji bo em karibin sûdê ji hev bigirin, têkiliyên me bi şaredariyên derve re nehe. Heta niha tenê carekê li ser Zoomê em bi şaredariyeke Almanya re axivîne. Ji bo alîkarî û hevkarî me niqaş kir. Me li ser rewşa Kobanê û şaredariyê niqaş kir. Gotin em ê têkiliyên xwe berdewam bikin. Lê 2 meh borîn heta niha ji bo em bi hevke kar bikin li me venegeriya ne. Ji xeynî wê heta niha tu şaredariyên derve ji bo alîkariya Kobanê bi mere neketiye têkiliyê.” 

Erebeyên kar kêm in

Almaz Romî dazanîn ku ew di milê maşîneyên kar de zahmetiyê dijîn û wiha got: “Erebeyên paqijiyê kêm in. Lê hevalên me yên ji bo xizmeta paqijiyê bi şev û roj xebatê dikin. Ji bo bajar qirêj nebe bi şev û roj kar dikin. Me ji bo maşîneyên kar ji hikûmeta Helebê alîkarî xwest. Lê heta niha ji bo vê daxwaza me jî li me venegeriya ne. Ji bo em karibin van zor û zahmetiyan derbas bikin dem ji bo me lazim e. Ji bo xizmeta baş û rind pere lazim e. Di milê rê, av û binesaziyê de gelek kêmasî hene. Lê em nikarin li dervê derfetên xwe tev bigerin. Gelê Kobanê di aliyê hizmetê de hêjayî xizmeta herî baş e. Di vî alî de hewldanên me hene.” 

Ji bo projeyan derfet tune

Almaz Romi herî dawî bilêv kir ku ew weke şaredareke jin bêtir dixwaze xizmeta jinan bike û wiha got: “Ez dixwazim projeyên jinan pêş bixim. Lê bi rastî derfetên ku em karibin ji bo jinan projeyan pêş bixin tune ye. Lê ji ber ku rêveberî jin e, çavê her jinê li me ye ku em bêtir xizmeta jinan bikin.”