Rojên Ma Mûcîzê bi coş dest pê kir
8emîn Rojên Ma Musicê li Amedê bi coş destpê kir. Zarokan bi zimanê zikmakî stran gotin

8emîn Rojên Ma Musicê ku dê 3 rojan berdewam bikin îro li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê destpê kir. Gelek kes tevlî bermayê bûn û eleqeyek mezin nîşanê bernameyê kirin.
Li ser navê Ma Musicê mamoste Ramîn Rabîeî axivî. Mamsoteyê Ma Musicê Ramîn Rabîeî da zanîn ku ew ji du helan ve deyndar in û wiha got: “Yek em deyndarê muzîka Kurdî ne, deyndarê dengbêjên me ne. Ku dîroka me bi xwe re anîne, çîroka me bi xwe re anîne heta îro û em çiqas hewl bidin ku vê mîrateyê, vê xezîneyê biparêzin û nîşan bidin jî, em dîsa kêm in. A duyemîn jî em deyndarê zarokên vî welatî ne ku divê em vê mîrateyê bidin wan. Loma hewce ye her yek ji me bi perçeyekî bikaribe vê emanetê ku di destê me de ye, bigihîne nifşên nû, bigihîne zarokan, bigihîne ciwanan. Ji ber ku hêviya me di ciwan û zarokên me de maye.”
Piştî axaftinê zarokan stanên bi zaraveyên Kurdî gotin. Paşê jî Orkestra Rîtmên Xwezayî derketin ser dikê. Di bernameyê de deste gul hate dayîn. Bernameya bi tîlîlî û çepikan bi dawî bû.
8emîn Rojên Ma Musicê ku dê sibê berdewam bike.


