Rejîma Îranê qeyran û xizanî li pişt hîcabê vedişêre
Li bajarekî ku xizanî di laşên jin û zarokên wê de xuya dike, hîcab bûye amûrek ji bo veşartina krîzên kûrtir. Raporek nîşan dide ku laşên jinan çawa bûne qada siyasetê û raya giştî ji rastiyên aborî û civakî yên li Îranê dûr xistine.

Li Îranê xizanî li her beşên jiyanê ji kûrahî ve tê hîskirin. Lê rejîma Îranê dixwaze ev krîza ku encama polîtîkayên wê yên dijcivakî û bi taybetî dij jinan e, di bin hîcabê de veşêre û wekî ku hemû pirsgirêk nelixwekirina jinan a hîcabê ye.
Sara Pûrxezarî di nivîsa xwe ya ku li ajansa Nûjinhayê hatiye parvekirin de balê dikişîne ser vê rewşê û dide nîşandan ku jin û zarok çawa dibin qurbaniyên polîtîkayên rejîma Îranê.
Nivîsa ku Sara Pûrxezarî nivîsandiye wiha ye:
“Li yek ji kolanên Kirmaşanê, jinek bi porê tevlihev û rûyekî kevin bi ser qutiyek çopê de xwar bûye û li tiştekî digere ku dikare jê re xwarin bê gotin. Jineke ku xuya ye demeke dirêj e xwarinek germ nexwariye. Çend gavan dûr, zarokek bê pêlav li kolanê dimeşe, destê xwe yê biçûk bi şermê û hewcedariya rêwiyan ji bo alîkariya wê dirêj dike.
Ev tenê du ji hezaran wêneyên ku her roj li yek ji parêzgehên herî bêpar ên Îranê, Kirmaşanê, dubare dibin e. Wêneyên ku xizaniyê ne bi şiklê îstatîstîkan, bi şiklê laşên kevin û çavên westiyayî nîşan didin. Lê hikûmet, van rastiyên ku rûyê tazî yê xizaniyê ne, paşguh kiriye. Ji van hemû nîşanên xizaniyê derbas bûye û li ser dîwarên bajêr bi xetên reş ên stûr nivîsandiye: ‘Lixwenekirina hîcabê dê bibe sedema cezakirina îlahî.’ Ev hişyariya ku bi gefan re têkel e, nikare tenê wekî hişyariyek olî bê hesibandin, lê beşek ji mekanîzmaya ku hikûmetek otorîter mîna Komara Îslamî ji bo tepeserkirinê bikar tîne ye.
Hîcab: Amûrek ji bo veşartina krîzên rastîn
Di salên desthilatdariya Komara Îslamî de, hikûmetê ji bo veşartina êşa mirovan û dûrxistina bala civakê ji krîzên rastîn ber bi kontrolkirina laşên jinan ve, xwe dispêre vê rêbazê. Di desthilatdariya Komara Îslamî de, mijara hîcabê ne mijarek çandî yan olî ye lê yek ji stûnên sereke yên pergala tepeserkirinê ye; stûnek ku hikûmet hêza mirovî, budçeyê, qanûndanînê, propagandayê û tundiya rêxistinkirî bikar tîne da ku biparêze. Di vê avahiyê de, hîcab amûrek ji bo kontrola civakî ye. Amûrek ku dihêle hikûmet hebûna jinan di raya giştî de birêve bibe, laşên wan veguherîne qadeke desthilatdariyê û her bêîtaetiya sivîl di bin etîketa nelixwekirina hîcabê de biçewsîne.
Bi rastî, balkişandina tund a hikûmetê li ser hîcabê, hewldanek e ji bo avakirina dijminek xeyalî. Dijminek ku dikare bêbandoriya aborî, belavbûna xizaniyê, gendeliya avahîsaziyê û krîzên civakî veşêre. Dema jinek bê hîcab li kolanê dimeşe, hikûmet wê wekî gefek mezintir ji xizanî, bêkarî, tiryakbûn an zarokekî bê pêlav li kolanê ku destê xwe dirêjî alîkariyê dike, dibîne.
Serpoş bûye amûrek ji bo çewsandin û xeniqandinê
Ev guhertina pêşaniyan nîşan dide ku mijara hîcabê ne fikarek ehlaqî ye, ji bo xirabkirina raya giştî û xurtkirina hêza siyasî ya hikûmetê, amûrek e. Farangis.B ku çalakvaneke mafên jinan e, dibêje ‘Sernavên wekî ‘Dewriyeya Rêberiyê’, ‘Serê xwe Bikşîne Pêş’, ‘Hîcab Bêparastin e, Ne sînorkirinek e’, ‘Ji kerema xwe bi hîcaba Îslamî bikevin hundir’ û bi hezaran hevokên wekhev ji bo hemû jinên ku li Komara Îslamî dijîn pir nas in. Bi salan e, serpoş ji pêçandina sade derbas bûye û bûye amûrek ji bo tepeserkirin û xeniqandinê. Peyva hîcab jî bûye destûrek ji bo her cûre zext û tundiyê. Her çend piştî Şoreşa Cinnahê, hikûmetê bi eşkere ragihand ku Dewriyeya Rêberiyê hatiye hilweşandin jî, rastî ev e ku ev guhertin bêtir dişibiya rijandina çermê mar û ev avahî ne tenê winda nebûye, lê bi formek û navekî nû ji nû ve hatiye hilberandin.
Îro, zexta hikûmetê li ser laş û cilên jinan bi awayê rêbazên nû û veşartî berdewam dike. Ji pevçûnên kolanan û cezayên giran bigire heya bêparkirina civakî, astengkirina xizmetan û gefên ewlehiyê. Niha, li deverên cuda yên bajêr, ew bi vî rengî gefên cûrbecûr dinivîsin, mîna ku koka hemû pirsgirêkên di civakê de di hîcaba ku jin li xwe dikin de be û ji ber vê yekê, ji bilî îşkenceyên ku ew li xwe dikin, ew tewar jinan bi îşkenceyên serxwezayî jî tehdît dikin.
Cilên qurbanî wek sedem an hincetek ji bo tevgera tund tê bikaranîn
Hîcab di çarçoveya qanûna serwer a Komara Îslamî de ne tenê mecbûriyetek olî ye, di heman demê de amûrek e ji bo serdestkirina laş û tevgera jinan. Ev mecbûrî, digel mekanîzmayên cezakirinê û çewsandinê, dihêle ku hikûmet sînorên destûrdayînê yên tevgera jinan diyar bike û kontrol bike. Lê pirsgirêk hîn xeternaktir dibe dema ku hikûmet bi dayîna destûrên nepenî ji bo tundiyê, nîşanî jinên civakê dide ku ger ew hinekî jî ji hîcaba ku hikûmetê destnîşan kiriye dûr bikevin çarenûsa wan çi ye. Ji bo em vê mekanîzmayê çêtir fam bikin, divê em li tacîza kolanan û destdirêjiya li ser jinan binhêrin. Di gelek rewşan de, li şûna ku tacîzkar berpirsyar bê girtin, cilên qurbanî wek sedemek an hincetek ji bo tevgera tund tê bikaranîn. Ev heman berovajîkirina exlaqî û qanûnî ye ku tê de divê qurbanî berpirsyar bê girtin û tawanbar ji berpirsyariyê direve.
Dema qurbanî wekî sûcdar tê pêşkêşkirin!
Her çend çavkaniyên olî û hiqûqî qet bi eşkere negotine ku cilên jinan destûrek e ku meriv tecawiz bike yan jî destdirêjiyê lê bike, piştgiriya qanûnên serdest, gotara fermî ya hikûmetê û perspektîfa civakek ku bi salan ji hêla propagandayan ve hatiye teşekirin e. Komara Îslamî di hişê gelek kesan de baweriya xelet saz kiriye: Jinek ku rastî destdirêjiyê hatiye, divê ji ber cil û berg an tevgera xwe hatibe provokekirin. Ev cureya perspektîfî, jinan ne wekî mirovên xwedî maf û desthilatdar, wekî hebûnên ku divê her dem baldar bin ku yên din provoke nekin, pênase dike.
Di avahiyek wisa de, berpirsyariya tundiyê ji sûcdar ber bi qurbanî ve tê veguheztin. Ev tam ew e ku hikûmet bi teqeziya xwe ya zêde li ser hîcabê bipêş dixe. Di encamê de, hesasiyeta patolojîk a li hember hîcabê ne tenê kontrola laşên jinan çalak kiriye, di heman demê de çarçoveya çandî û psîkolojîk a pêwîst jî peyda kiriye ku tundiya li dijî wan rewa bike.
Gava jinek hîcab li xwe nake…
Ev çerxa xirab, bûye sedema ku gelek jin, tewara ji rûyê tacîz û tundiyê de jî, xwe sûcdar an şerm bikin. Mîna ku divê ew pêşî îspat bikin ew ne sûcdar in. Baweriya ku pêçandina jinê dikare bibe destûrek ji bo kirina tundiya li dijî wê, di mekanîzmayên kûr û demdirêj ên pergala baviksalar de kok digire. Dema hikûmet hêzên çekdar û tund li kolanan bicih dike da ku jinek bi tundî bigirin û heps bikin, gava ew serê xwe vedike yan cil û bergek kurt li xwe dike, ew peyamek veşartî lê bi hêz ji bo civakê dişîne: Gava jinek hîcab li xwe nake, cezakirin, şermezarkirin û dûrxistinê heq dike.
Ev peyam, di hişê giştî de û di çandek ku bi salan bi pîvanên baviksalar ve hatiye teşekirin de, hêdî hêdî dibe baweriyek xwezayî ku tundiyê ne wekî sûc, wekî bersivek qebûlkirî xuya dike. Dema hikûmet li ser dîwaran li her derê kolanan dinivîse ku nelixwekirina hîcabê mîna nebûna çavnebariya mêr e û di heman demê de bi kêmtirîn cezayê bersivê dide kuştina keçek ji hêla bav, bira yan mêrê wê ve, bi bandor avahiyek diafirîne ku tê de mêr wekî parêzvanên rûmetê û hilgirên nîşana çavnebariyê têne pênasekirin.
Tundiya ku bi şermezarkirin û gefan dest pê dike
Di avahiyek wisa de, heke jinek di çembera mêrek de cilên ku ji hêla hikûmetê ve hatine pejirandin li xwe neke, peyam ji mêr re tê şandin ku nirxa wî ya civakî ketiye. Ev hesta daketinê dibe hincetek ji bo her cûre tundiya li dijî jinan. Tundiya ku bi şermezarkirin û gefan dest pê dike û dikare bi êrîş, girtin û heta kuştinê berdewam bike. Di salên dawî de, gelek jinên ku cilên bi tevahî normal li xwe dikin hatine girtin, girtin, cezakirin û heta cezayê mirinê jî lê hatiye birîn. Ji aliyê hikûmetê yan malbatên wan ve ji ber tiştê ku jê re cil û bergên ne guncaw tê gotin.
Mînakek zelal a vê tundiya avahîsaziyê kuştina Jîna Amînî ya ji aliyê dewletê ve bû ku bi awayekî hovane û nemirovane ji aliyê dewriyeya Erşadê ve hate girtin û kuştin. Bi hezaran jin û keçên din jî di salên dawî de ji ber cil û bergên xwe ji aliyê mêrên li dora xwe yan jî ji aliyê hêzên hikûmetê ve rastî tacîz, gef, êrîş an kuştinê hatine. Ev mînak gelek in lê hemûyan tiştek hevpar heye: jin qurbaniyên bêguneh bûne û mêr çi di hikûmetê de bin çi jî di avahiya malbatê de, ew kes in ku çarenûsa wan diyar dikin.
Dualîteya hîcabê; tepeserkirin li kolanan, nîşandana toleransê di siyasetê de
Lê belê li Komara Îslamî, hîcaba ku amûrek ji bo bikaranîna desthilatdariyê, tepeserkirinê û kontrola civakî ye, dikare di demên ku hikûmet pêwîst dibîne de fonksiyonek bi tevahî cûda bibîne. Di demên hesas ên siyasî yên wekî hilbijartin, mîtîngên hikûmetê yan merasîmên fermî de, hikûmet ji hebûna mirovên bê hîcab sûd werdigre da ku nîşan bide ku bingeha wê ya civakî ne tenê bi mirovên bi cilên fermî ve sînordar e û heta yên ku bi hîcabê ve girêdayî nîn in jî piştgiriyê didin wê. Bi rastî, hikûmet hewl dide çarçoveya alîgirên xwe ji çembera kevneşopî û îdeolojîk firehtir nîşan bide û di hişê temaşevanan de celebek dualîteyê biafirîne.
Ji aliyekî ve, medyaya rexnegir bi berdewamî teqez dike ku Komara Îslamî hîcab veguherandiye amûrek tepeserkirinê, lê ji aliyê din ve, di wêneyên fermî yên mitîng û hilbijartinan de, jinên bê hîcab bi azadî amade ne û heta medyaya hikûmetê jî wêneyên wan diweşîne. Ev taktîk bi zanebûn di hişê temaşevanan de cureyek pirsyar û gumanê diafirîne ku dibe rewşa hîcabê li Komara Îslamî ne ewqas xirab û mecbûrî ye ku tê gotin. Dibe gel bi xwe vê cureya pêçanê bijartibe û dibe ku vegotinên rexnegir zêde bibin. Bi vê lîstika dualî, hikûmet xeta di navbera zorê û azadiyê de nezelal dike û vê nezelaliyê bikar tîne da ku xwe rewa bike.
Hîcab ji bo Komara Îslamî tiştek sabît e
Bi rastî, Komara Îslamî pir bi aqilmendî tevdigere û ji aliyekî ve, zêdekirin an qelskirina hişkbûna bi periyodîk a derbarê hîcabê de, ew hêza xwe di civakê de xurt dike û nîşan dide ku ew hîn jî li ser laşê jinan kontrolê dike. Ji aliyê din ve, bi nîşandana bijartî ya toleransê, di hişê temaşevanan de nakokiyek diafirîne da ku ew bandor çêbibe dibe ku îdiayên li ser zordariya li ser jinan ji ber hîcabê ne pir rast bin. Bi kurtasî, dikare bê gotin hîcaba ku ji bo Komara Îslamî tiştek sabît e, dema hewce bike dikare bibe amûrek şile, carna ji bo sepandina tundî û kontrolê. Carna jî ji bo nîşandana tolerans û rewatiyê bê bikaranîn. Ev nermbûn rê dide hikûmetê ku hem desthilatdariya xwe xurt bike û hem jî wêneyek guncavtir ji xwe nîşan bide. Di heman demê de, di pratîkê de, ev heman amûr, hîcab, hîn jî wekî hincetekê dimîne ji bo tepeserkirin û jiholê rakirina beşek ji hêza civakî ya protestoker, ango jinan.


