Polîsan 2 ciwan birîndar kirin û 6 binçavkirin

Polîsan êrişî ciwanên ku belavoka Mitînga Azadiyê belav dikirin kir û 2 ciwan birîndar kirin û 6 jî binçavkirin.

1 deqe xwendin
Polîsan 2 ciwan birîndar kirin û 6 binçavkirin

Bi pêşengiya DEM Partî, DBP û TJAyê dê ji bo azadiyê fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 28ê hezîranê de li Amed û Stenbolê bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad Ber Bi Azadiyê ve” mitîng bên lidarxistin. Li Stenbolê mitîng dê li Qada Bagcilarê bê lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan biaxivin û Koma Agirê Jiyan û Tara Mamedova jî bi stranên xwe tev li mitîngê dibin.

Li gelek navçeyên Stenbolê amedakariya mitîngê bênavber didome. Li navçeya Baxcilarê ciwanan belavok belav kirin. Polîsan êrişî çalakiya ciwanan kir û di êrişê de 2 ciwan birîndar kirin û 6 ciwan jî binçav kirin. Kesên ku navên wan hatine aşkerekirin wiha ne: Eda Baydogan, Fûrkan Aksû, Emîrhan Tûran, Sînan Çoban.

Ne diyar e ku ciwanan birina kîjan qereqolê.