Patrîk Ignatius Mitran Cûzêf bi Fermandarên Kurd re hevdîtin kir

Nûnerê Patrîkê Suryanên Ersozkis ê Cîhanê Patrîk Ignatius Mitran Cûzêf Balî bi Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Herêma Rojhilat Semîr Elî Oso û hejmarek ji fermandarên Kurd re hevdîtin kir.

1 deqe xwendin
Patrîk Ignatius Mitran Cûzêf bi Fermandarên Kurd re hevdîtin kir

Bi daxwaznameyekê ji nûnerê Patrîkê Suryanên Ersozkis ê Cîhanê Patrîk Ignatius, Mitran Cûzêf Balî îro li navenda Patrîrikiyeyên Suryanên Ersozkis a li bajarê Helebê, di navbera Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Herêma Rojhilatê Sûriyeyê Semîr Elî Oso (Sîpan Hemo), Cîgirê Fermandariya Firqeya 60î Hecî Mihemed Nebo (Çiya Kobanê), Fermandarê Lîwaya Qamişlo Luqman Xelîl, Mitranê Heleb û Laziqiyê Betres Qsîs û Qesîs Dr. Riyad Cercûr de hevdîtinek pêk hat. Li gorî agahiyan di hevdîtinê de behsa dosyayên girêdayî rewşa heyî, awayê pêşxistina danûstendinê û xurtkirina navbeynkariyê di navbera pêkhateyan de hate kirin.