Oznur Deger piştî îfade da hat berdan
Rojnameger Oznur Deger ku bi hinceta îfadeya wê heye der barê wê de biryara girtinê hat dayîn. Oznur Deger piştî li Edliyeya Stenbolê îfade da hat berdan.

Der barê Midûra Nûçeyan a JINNEWSê Oznur Deger de ji aliyê Yekemîn Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ya Mîdyadê ve bi hinceta îfadeya wê heye biryara girtinê hat derxistin. Oznur Deger ligel parêzerê xwe li 23emîn Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ya Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê îfade da û piştre hat berdan.


