Li Navenda Lênihêrînê ya Şîfayê çi qewimî?
Yek ji aktîvîstên TJAyê Nûrten Uzumcu der barê bûyera li Navenda Lênihêrînê ya Şîfayê ya li Êlihê ku hat îdakirin bi dehan jin û astengdar rastî tacîz, tecawiz, tundiyê hatine, axivî.

Polîtîkayên dewletê yên ku di her şert û mercê de jinan bêmaf dihêle, naparêze û dike ku rê li pêşiya tundî, tacîz, tecawiz, çewisandin û kuştina jinan vebibe, her û her di meriyetê de ne. Tê zanîn ku di bingeha xwe de jî dewlet hebûna xwe li ser tunehesibandin û feraseta mêrperest û dijberiya jin, zarok û civakên nejixwe ava dike. Li cihê ku diviyabû hemwelatiyên xwe biparêze, peşî li tundî û kuştinan bigre, em dibînin ku ji aliyekî ve bi mînakên wek betalkirina ‘Peymana Stenbolê’, pakêtên qanûnan ku mafê nefeqeyê ji holê radikin û bi sedan polîtîkayên ku mafê jinan di qanûnan de tune dikin û têxe mijara nîqaşan jî, berbiçav in.
Wek me tevan di bûyera Gulistan Dokû, Rojîn Kabaîş, Narîn Guran, Rojwelat Kizmaz û bi dehan kuştinên jin û zarokan ên di van salên dawî de dît û em dibînin ku kujer û failên heyî pişta xwe didin qanûn û polîtîkayên dewletê û bi vî awayî hatin parastin, ser dosyayên wan tê girtin. Her wiha di van bûyeran tevan de dadgehan ‘biryara veşartinê’ da. Bi vî awayî jî dane û emarên heyî jî bi destê kesên berpirsyar tên wendakirin.
Êdî di encama van polîtîkayên dewletê de her hefte, her meh û her sal hejmara jinên rastî tundiya mêran tên, hejmara jinên bi awayekî biguman tên wendakirin, hejmara jin û zarokên rastî tacîz û tecawizê tên… zêdetir dibin. Daneyên mehane hejmara çewisandin, tundî û jinên bi her cureyî tên kuştin, bi ser sedan dikevin.
Herî dawiyê hefteya borî bûyera li Navenda Lênihêrînê ya Şîfayê ya li Êlihê derkete holê ku bi dehan zarok û jinên astengdar rastî tundî, tacîz, tecawizê hatine û li gor îdiayên heyî bûyerên kuştinê jî hene. Li ser vê yekê Tevgera Jinên Azad jî berê xwe da ber navenda Şîfayê û li ber Edliyeya Êlihê jî li dijî vê feraseta tecawizkar ku li ser hemû bûyeran digre, dest bi çalakî û nobedê kir.
Têkildarî bûyera li Êlihê û nobeda TJAyê em bi yek ji aktivîstên TJAyê Nurten Uzumcu re axivîn ku bi rojan e li ber deriyê Edliyeya Êlihê bi rêhevalên xwe re di nobedê de ne.

Normalîzekirina qirkirin û tecawizê
Aktîvîsta TJAyê Nûrten Uzumcu di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser sosyolojiya Êlihê ku piştî salên nodî bi darê zorê gund hatin valakirin, şewitandin û gelek malbatên ku di şertên zahmet de hatin li Êlihê bi cih bûne û ev tişt anî ziman: “Van salan înfazên failên wan nediyar herî zêde li Êlihê pêk dihatin. Di înfazan de rasterast bedena jinan hedef tê girtin. Lewra yên ku pirsgirêkên civakî diafirînin pergal in. Pergal dema li hember xwe têkoşîn û berxwedana jinan dibîne bi awayekî sîstematîk li ser jinan polîtîkayên qirkirinê dimeşînin. Dema jin tê qirkirin civak zirareke mezin dibîne. Qirkirina jinan bi tundî û îstismara zayendî pêk tê. Ev tê normalîzekirin û nirxên civakî tên rûxandin. Ji bo vê jî biryara nepen/veşarî li ser van dosyayan tê wergirtin. Ev stratejiyeke şerê taybet e.”
‘Agahî hatin ber destê me’
Di berdewama axaftina xwe de Nurten Uzumcu da zanîn ku di destpêkê de bûyera li Navenda Lênihêrînê ya Şîfayê di tevahiya çapemeniya alîgir de wek bûyereke ‘operasyona nelirêtiyê’ ku ji 80 kesî zêdetir hatin binçavkirin, hatiye nîşandan û wiha domand: “Lê hin agahiyên ku ji aliyê kesên ji bo vê bûyerê xwe gihandin me, dane de, di dîmen, wêne û peyamên nîşanî me dane de me dît ku mijar ne wek wan nûçeyan e ku di ajans û TVyên alîgir de derbas bûne. Tundî heye, îstîsmar heye, kuştin heye. Li ser van îdiayan me jî dest bi lêkolînê kir û hin hevdîtin bi parêzer, sazî û hwd re kir. Piştre jî hem wek TJAyê hem jî Meclisa Jinan a Dem Partiyê, dest bi şopandina vê bûyerê kir.”
‘Dewletê Navenda Şîfayê jixwe re kiriye ticaretxane’
Nûrten Uzumcu di berdewamiya axaftina xwe de got ku li ser jin û zarokên gelek mekanîzmayên cuda tên meşandin û wiha pê de çû: “Em dizanin ku cihên wek Navenda Lênihêrînê ya Şîfayê di qontrola dewletê de ne. Lê me di vê bûyerê de jî dît ku dewletê ev der kiriye ticaretxane, kesên ku hesab ji wan bipirsin û bidin tune ne. Ew kesên li wir ên wek astengdar jî rastî hemû cureyên tundî îşkenceyê hatine. Di lêpirsîna dozger ku bi 87 kesên ku 5 salan di vê navendê de xebitîne de, me dît ku bi gelemperî pirsên wek ‘jinên li vir hatî kurtajkirin hene, we qet dîtine yan jî bihîstiye?’ Herwiha dozger pirsên wek ku mirinên biguman li wir pêk hatine, pirsîne. Jixwe hem pirsên dozger û tevahiya agahiyên hatine ber destê me têra xwe wê feraseta ku dewlet di van bûyeran de ser digire, nîşanî me dide.”
Nûrten Uzumcu di axaftina xwe diyar kir ku Tevgera Jinên Azad û Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi rojan e ku li ber deriyê Edliyeya Êlihê di çalakiya nobedê de ne û ev tişt bi lêv kir: “Jin û zarokên astengdar û malbatên wan ên di vê bûyerê de maxdûr in, divê bi berxwedan û rêxistinbûyîna xwe em xwedî li wan derkevin. Xwedîderketina li van kes û malbatên wan kêm e. Divê hê zêdetir em li dora wan bibin kom û dev jê bernedin.”
‘Divê em pişta xwe bidin perspektîfa exlaqî’
Nûrten Uzumcu di dawiya gotinên xwe de da zanîn ku ew pêvajoyeke dijwar a jinkujiyê dijîn, lewra pergal pirsgirêkên civakî zêdetir dikin û wiha got: “Şêweyê berbiçav a tundiya li ser jinan tundiya fîzîkî ye; lêdan, gefxwarin, kotekî... Ne gengaz e ku mirov vê yekê bi peqîna hêrsa șexsî îfade bike. Îca divê em ne tenê li dijî encamên tundiyê re, di heman demê de, li dijî pirsgirêkên civakî yên bingehîn ku vê tundiyê realîze dikin têbikoşin. Bi vê pergalê re têkoşîn tenê bi sererastkirinên hiqûqî yan jî bi parastina takekesî û bi mekanîzmayên cezakirinê nabe. Li hember vê pergalê divê em pişta xwe bidin perspektîfeke exlaqî û polîtîk.”


