Îranê 2 caran êriş bir ser Hewlêrê
Îranê doh bi şev bi droneyê êriş bir ser baregeha Partiya Demokrat a li herêma Dêgele ya li Hewlêrê.

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî taybet, Îranê doh bi şev 2 caran êriş bir ser Herêma Kurdistanê.
Hate ragihandin ku êrişa destpêkê bi balafireke bêmirov a bombebarkirî li hemberî baregeha Partiya Demokrat a li herêma Dêgele ya Hewlêrê hatiye kirin.
Li gorî heman çavkaniyê êrişa duyemîn bi fuzeyan li navçeya Çoman a herêma Balekayetî hate kirin.
Heta niha têkildarî zerar û ziyanên madî û canî ti agahî nehatine belavkirin. Lê piştî êrişê agir bi deverê ket. Piştre tîmên agir kuj şewatê kontrolkirin.
Hêjayî gotinê ye ku tevî agirbest û lihevkirina di navbera Amerîka û Îranê de, lê êrişên rejîma Îranê yên li ser çend welatên Kendavê û Herêma Kurdistanê dewam e.


