‘Dev ji astengkirina çapemeniya Kurdî berdin’
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bertek nîşanî astengkirina li dijî çapemeniya Kurdî dan û wiha gotin: “Divê dev ji polîtikayên sansurê ku mafê gel a agahî girtinê, dengê Kurdî û Çapemeniya Azad hedef digire berdin.”

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan derbarê astengkirina hesabên Xê ya ajansa me, rojnameya Azadiya Welat, Nûmedya24 û Sendîkaorg de li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî dan û bertek nîşan dan.
Tulay Hatîmogullari di daxuyaniya xwe de bi lêv kir ku astengiya li dijî çapemeniya azad tê wateya israra polîtîkayên sansurê û wiha got: “Ew biryarên çapemeniya Kurd, weşanên muxalîf û mafê gel a agahî girtinê hedef digire azadiya çapemeniyê bi biryarên îdarî difetisîne. Ew sepanên dixwaze rojnamegeran bêdeng bike nayê qebûlkirin. Divê dev ji polîtikayên sansurê ku mafê gel a agahî girtinê, dengê Kurdî û Çapemeniya Azad hedef digire berdin.”
Tuncer Bakirhan jî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku polîtikayên sansurê tirsa desthilat a li dijî heqîqetê dide der û ev tişt vegot: “Cezakirina rojnamegeran, hedefgirtina çapemeniya Kurd mudaxaleya li dijî azadiya çapemeniyeyê. Sansur nikare heqîqetê tarî bike tenê zirarê dide demokrasiyê. Çapemeniya azad nayê bêdengkirin û bi astengiyan nayê teslîmgirtin. Divê demildest dev jî van sepanên çapemeniya azad, ragihandina Kurdî û mafê gel a wergirtina agahiyan hedef digire, bidawî bibin.”


