Daxwaza statuya ziman
Zimanzan û nivîskar Sadik Varli der barê ziman de got: “Em dikarin bêjin ku ziman çavkaniyeke bingehîn e av û kaniyên jê diherikin jî zarokên wê ne. Ziman bi vî awayî xwe didomîne. Lê em niha dibînin ku êdî malbat di malê de bi zarokên xwe re naaxivin. Ev jî tê wateya ku çavkanî ber bi zuhabûnê ve diçe."

Hebûn, ziman û çanda kurdan di tevahiya dîroka Komara Tirkiyeyê ya ku bingeha xwe ji dewleta Osmaniyan girtiye, rastê înkar, tunehesibandin û asîmîlasyonê hatiye. Li dijî vê rewşa ku wekî siyasetek bingehîn a dewleta tirk dihat meşandin, kurdan ji salên pêşîn ên komarê ve bi berdewamî nerazîbûn nîşan dan û bi tu awayî tu car paş de gav neavêtin. Bi damezrandina PKKê ya ku piştgiriya bi hezaran kurdan û bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî êdî gel bi dengekî hê bilindtir li hember zilma dewletê û qedexeyan nerazîbûnên xwe anîn ziman. Bi vî awayî jî dewlet neçar ma ku di gelek mijaran de gavan biavêje. Yek ji van gavan jî betalkirina qanûnên ku bi karanîna zimanê kurdî qedexe dikirin bû. Bi vê yekê, kurdan dest bi îfadekirina xwesteka xwe ya ji bo jiyana azad a ziman û çanda xwe kirin û wan kolan bi kolan gund bi gund jî dest bi hewldana karanîna û pêşxistina zimanê xwe kirin.
Komeleya ANKA-DERê ku ji aliyê kurdên ji cih û warê xwe bûne hatiye avakirin, hewldana di warê ziman, çand û hunera kurdî de li Enqereyê dimeşîne. Komeleya ANKA-DERê bi salane ku li vir bi hewldane ziman fêrî kesên koçber bûne bikin û bi vî awayî di nîvê Enqereyê de li hember asîmîlasyonê jî sekinîne û çanda xwe berdewam kirine.
ANKA-DER a ku di hê jî bi hemû hêza xwe ya heyî xebatên xwe didomîne, di 7ê hezîranê de bi sernavê ‘Statûya Zimanê Kurdî û Perwerdeya Bi Kurdî’ komxebatek jî li dar xist. Di komxebatê de gelek sernavên wek ‘Di Medyaya Dijîtal û Aqilê Çêker de Zimanê Kurdî’, ‘ Di Qanûna Pozîtîf de Derfetên Perwerdehiya Kurdî û Statûya Kurdî’, ’Di Pêvajoya Çareseriya Demokratîk de Derfetên Avakirina Hiqûqa Zimanê Kurdî’ û hwd hatin nîqaşkirin.
Hem di çerçoveya kar û xebatên ANKA-DERê û hem jî ji bo zimanê kurdî zêdetir were berbelavkirinê de em bi mamosteyên saziyê Ayfer Akmûgan û zimannas û nivîskar Sadik Varli re axivîn.

Statûya Zimanê kurdî
Mamoste Ayfer Akmugan destpêkê diyar kir ku wan di nîqaşên komxebatê de jî careke din ferq kiriye ku zimanê kurdî xwedî bingeheke kûr e û bi vî awayî behsa komxebatê kir: “Yek ji armancên vê komxebatê ew bû ku zimanê me bibe zimanekî fermî û bibe xwedî statû. Ji bo me jî pir girîng e ku ew bibe zimanekî fermî yê perwerdeyê. Ev yek ji armancên me yên sereke ye.”
‘Zimanê me xwedî bingeheke kûr e’
Ayfer Akmugan di axaftina xwe de bal kişand ser bandora pêvajoya aştî û civaka demokratîk ya li ser zimanê kurdî û wiha got: “Ziman bandorek pir girîng li ser kesayetiyê dike, hem ji hêla psîkolojîk ve û hem jî di pêşveçûna kesayetiyê de. Ji ber vê yekê, tu miletek zimanekî ku evqasî xwedî bingeheke dîrokî be lê hê nehatibe naskirin, qebûl nake. Em jî qebûl nakin. Ji ber vê yekê, em hêvî dikin ku zimanê me di zûtirîn dem de statuya fermî bi dest bixe û di vî warî de pêşketin çêbibe.”
‘Li kolanan kurdî nayê axaftin’
Ayfer Akmugan di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku divê di jiyana rojane de em zêdetir zimanê xwe biaxivin û wiha domand: “Em bixwe di jiyana rojane de zêdetir berê xwe nadin zimanê xwe. Mehek berê ez li Amedê bûm. Min ferq kir ku kurdî ne zimanê kolana ye, ne zimanê danûstandinê ye! Divê bi awayekî lezgînî di jiyana rojane de em zimanê xwe biaxivin, kar û xebatên di vî warî de zêdetir bikin.”
‘Astengî, qanûn in’
Zimanzan û nivîskar Sadik Varlî jî da zanîn ku ev komxebat xebateke bi nirx a ji bo parastin û pêşxistina ziman bû û dê ev xebatên bi vî rengî bidomînin û binê axaftina xwe wiha xêz kir: “Astengiya herî mezin a li pêşiya ziman qanûn in. Qanûnên heyî armanc dikin ku statuya zimanê kurdî asteng bikin. Ev rewşa qanûnî ya di destûrê de, bi taybetî madeya 4an divê biguhere. Divê ev qedexe ji bo zimanê kurdî û zimanên din werin rakirin. Bi vî rengî, ziman dikarin bijîn. Çawa dibe ku hê jî di qanûnê de kurd bi nasnameya tirk tên pênasekirin. Heta ku ev yek qanûn neyên guherîn, ziman neyê qebûlkirin em ê nikarîbin çanda xwe biparêzin. Bi vê komxebatê jî me rewşa zimanê xwe ya dawî ku di çi halî de ye jî dît. Bi vê yekê re em rewşa zimanê xwe bi civakê re parve dikin û bîra civakî nû dikin."
‘Daxwaza statûyê jî bi kedê pêkan e’
Sadik Varli di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa ziman a îro û wiha got: “Em dikarin bêjin ku ziman çavkaniyeke bingehîn e av û kaniyên jê diherikin jî zarokên wê ne. Ziman bi vî awayî xwe didomîne. Lê em niha dibînin ku êdî malbat di malê de bi zarokên xwe re naaxivin. Ev jî tê wateya ku çavkanî ber bi zuhabûnê ve diçe. Di serî de malbat divê hemû civaka kurd li zimanê xwe û çanda xwe xwedî derkeve. Ger bi awayekî zexm em xwedî lê dernekevin dê statuyeke wê jî nebe. Daxwaza statuyê bixwe jî dîsa bi kedê ve pêkan e.”

