Ciwan ji bo banga mîtîngê derketin qadan

Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Amedê ji bo mitînga ku dê sibê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sibê li Qada Îstasyonê li dar bixin, li Parka Koşûyolûyê belavok belav kirin û azadiya fizîkî xwestin.

1 deqe xwendin
Ciwan ji bo banga mîtîngê derketin qadan

Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Amedê ji bo “Mitînga Azadiyê” ku dê bi armanca misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sibê saet di 17.00an de li Qada Îstasyonê ya Amedê bê li dar xistin li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezanê ya Amedê li hev civiyan û belavok belavkirin.

 Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê serdana gelek mal, esnaf, kafe û parkên li navçeya Rezanê kir û xwest di serî de jin û ciwan, gel bi girseyî beşdarî mitîngê bibe. 

Mîtîng dê sibê saet di 17an de li Qada Îstasyonê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê saet 17:00an de tê lidarxistin. Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Endamê Sekreteryaya Îmraliyê Veysî Aktaş tevli bibin. Stranbêjên Kurd Kadîr Çat, Pinar Aydinlar û Serhado wê derkevin ser dîkê.