500 jeneretor li Hesekê rawestiyan
Ji ber tunebûna mazotê zêdetirî 500 jeneretorên taybet rawestiyan. Şêniyan daxwaza çarekeriyê kir.

Li gorî agahiyên ku Nûçegihanê ANHA yê Hesekê da, bi sedan jeneretorên ambêran ên taybet ji ber nebûna mazotê sekinîn. Rawestîna jeneretoran bû sedem ku bi hezaran malbat ji jêdera sereke ya kehrebê digel berdewama qutbûna kehrebeya giştî û zirarên li tora kehrebê ya bajêr, ji kehrebê mehrûm bibin. Li gorî agahiyan, zêdetirî 500 jeneretor ji ber nebûna mazotê rawestiyan. Ji ber wê zehmetî û êşên şêniyan nemaze digel bilindbûna pileyên germahiyê, zêde bûn. Şêniyan bang li aliyên eleqedar kir ku tedbîrên bilez ên peydakirina mazotê, jinûve pêxistina jenetoran û sivikkirina bandorên krîza kehrebê bigirin.


